• Koreya Bakur got, ger balafirên sîxur ên Emerîkayê meydana wan a hewayî bin pê dike, ew ê li van balafiran bide.

 

Koreya Bakur diyar kir balafirên sîxur ên Emerîkayê meydana wan a hewayî bin pê dike û got, ew ê li van balafiran bide.

Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Koreya Bakur diyar kir ku DYE ‘Ji asta şer wêdetir xebatên sîxuriyê zêde kirine’ û di Tîrmehê de DYE li ser hev heşt rojan çend firînên ‘provokatîf’ kirine.

Berdevk diyar kir ku balafireke keşfê ‘gelek caran’ ji ser Behra Japonyayê ketiye meydana hewayî ya Koreya Bakur.

Rayedarê Koreya Bakur, bal bire ser wê yekê ku Pyongyangê berê jî balafirên Emerîkayê xistibûn û diyar kir ku xebatên sîxuriyê yên Washîngtonê wê bêbersiv nemînin.

DYE´yê deklarasyonek Nîsanê de bi Seûlê re îmze kiribû û dabû zanîn ku ew ê keştiyeke binavê ya fuzeyên balîstîk, nêzî Koreya Başûr bike, lê di dem û qewl diyar nekiribû.

Têkiliyên di navbera her du Koreyan de pirr xirab e. Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un par statuya hêza nukleerî ya Pyongyang wekî “veger jê nîne” binav kir û peyam dabû ku ew ê hêza xwe ya çekdarî xurttir bike, û di nava vê hêzê de çekên taktîk nukleer jî hene.

Seûl û Washingtonê diyar kiribû, heke Pyongyang li hemberî wan çekên atomê bi kar bîne, ew ê jî bersiveke nukleer bidin û ew ê ‘dawiya’ hikûmeta heyî bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN