Konferansa Rêbertiyê

Duşem 6 Mijdar 2023 - 00:15

  • Doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ji destpêkê û heta dawiyê mohra xwe li Konferansa DBP’ê ya li Amedê xist.

Partiya Herêmên Demokratîk DBP, beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku wê di 12’ê Mijdarê de li Enqerê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê, bi dirûşma ‘Em ê bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin’ konferansa xwe ya mezin li dar xist. Bi hezaran kes tevlî konferansê bûn. Salona konferansê bi cilûbergên Kurdî xemilî. Ji destpêkê heta dawiya konferansê, dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, qet kêm nebûn. Konferansê bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir û piştre dîwan hate hilbijartin. 

Konferansê bi sînevîzyona ku xeta têkoşînê ya DBP’ê vedibêje, dest pê kir. 

Sedsala Kurdan

Ji endamên dîwanê, Parlementerê HEDEP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û got, azadiya gelê Kurd, azadiya gelên Ereb, Tirk, Fars û gelên Rojhilata Navîn hemûyan e. Gelê Kurd biryar daye, ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Em û gelê me jî amade ne.”

Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Huner a HEDEP’ê Cemîle Turhalli Basak jî got, rengên Kurdistanî mohra xwe li konferansê dane: “Yên ku ev dengê Kurdistanê derxistî holê hûn in. Ez malavahiya we tevan dikim.” 

Xeta me Bêrîtan Rêberê me Ocalan

Piştre Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad TJA’yê Safiye Akdag axivî û got, “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ piştî qetilkirina Jîna Amînî li çar aliyên cîhanê olan da. Jin, bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hatin vê rojê. Ji bo me pirr girîng e. Me bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan xwe gihand van rojan.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî got, li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û wiha peyivî: “Navenda vî şerî jî Kurdistan e. Çareserî konfederalîzma Demokratîk e. Çareserî, li gel birêz Abdullah Ocalan e. Lewma tecrîdê ewqasî zêde dişidînin.” Axaftina Aydenîz gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate birrîn. Aydenîz, bal bire ser kampanyayên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got, “Heta ku tecrîd bi dawî dibe û Abdullah Ocalan azad dibe, em ê li her derê li ber xwe bidin.”  

Çareserî Konfederalîzma Demokratîk e

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî got, pergala Modernîteya Kapîtalîst a ku hewl dide bi komkujî û qirkirinan xwe li ser pêyan bigire û wiha dewam kir: “Tespîtên ku birêz Ocalan dike, îro yek bi yek li Rojhilata Navîn diqewimin. Li dijberî rewşa şer û qeyranan, hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo tevahiya gelên bindest hêvî modernîteya demokratîk e. Mîmarê modernîteya demokratîk jî Birêz Ocalan e. Divê azadiya birêz Ocalan tavilê pêk bê! Divê neyê jibîrkirin; di bingehê tevahiya qeyranan de rejîma tecrîdê ya Îmraliyê cih digre. Dîlgirtina birêz Ocalan, tevahiya qeyranan mezintir dike! 

Meşa Gemlîkê tê lidarxistin

Piştî Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan a girankirî da û got, “Ev tecrîd li dijî demokrasî, pêhevrejiyan û azadiyê ye. Lewma em ê di 18’ê Mijdarê de ji çar aliyên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bidin destpêkirin. Yên daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê dikin, divê tevlî vê meşê bibin. Heta ku ev tecrîd bidome, wê berxwedana me jî bidome. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî wê têkoşîna me bidome.” 

Fikir a Abdullah Ocalan e

Li ser navê hemû girtiyên jin û siyasî, Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel peyamek şand. 

Peyama wê wiha bû: “Rêhevalên hêja; xwediyê çêbûna fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e. Me biryardayîn û baweriya partîbûna xwe, ji têkoşîna rêvehal Hakî Karer girt. Me baweriya bi têkoşîna azadiya jinê ji fermandara nemir Bêrîtan girt. Ji Gurbetellî ya ku bi bedêldayîneke giran deng û gotina me bi cîhanê da guhdarîkirin, girt. Îro li vê holê, her dirûşmeke were berzkirin deng, soz û raperîna vê têkoşînê ye, ya ku Mazluman, Kemalan, Çaran, Sakîne û Sêvêyan ta bi ta ristiye. DBP hîmê bingehîn ê bi milyonan Kurdan e ku têkoşîna azadiyê dimeşînîn. Partiya wan rêheval û rêveberên me ye, yên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Ti gumana me tine ye ku rêhevalên me wê bi vê peywir û berpsiriyariyê tevbigerin.”

Di axaftinên din ên di konferansê de, şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, mohra xwe li nirxandinên qisekeran xist. 

Di konferansê de ji bo hevserokatiya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir hatin pêşniyazkirin.

Herwiha di konferansê de belgeya helwestê hate destnîşankirin û seferberiya xwebirêxistinkirinê hate ragihandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.