Komxebata Kongra Star bi dawî bû
Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:56
Kongra Star bi dirûşmeya “Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên Şoreşa Jin biparêzin” li bajarê Hesekê komxebatek li dar xist. Gelek jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakurê Efrîqayê û her wiha bi riya dîmen ji Efganistan, Lubnan, Iraq, Misir, Fîlîstîn, Sûdan, Tûnis û Mexribê beşdarî komxebatê bûn.
Komxebat bi 5 sernavên weke ‘Pêşketinên siyasî’, ‘Qirkirina jinan tê çi wateyê’, ‘Deskeftiyên ku şoreşa jin bidestxist’, ‘Parastina deskeftiyên şoreşa jin’ û ‘Bi tekoşîna hevpar emê deskeftiyên şoreşê biparêzin’ hate lidarxistin.
Komxebat bi daxuyaniyekê ji aliyê Endama Komîteya Têkîliyên Siyasî û Demokrasî Roken Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Komxebat di demek hesas ku jin di rewşa şer de rastî zor ,zehmetî û tundiyê tê. Armanca sereke ji komxebatê ku yekîtiya jinan û tekoşînek hevpar bidin avakirin. Dem dema parastina deskeftiyên şoreşa jinê ye lewma peyamên me ku em jin hemû bibin yek û li hemberî zihniyetên qirkirina hebûna jinan di bin çi navê de be em bisekinin. Di riya vê komxebatê em piştgirî didin tekoşer Bexşan Ezîzî ku biryara ji aliyê dewleta Îranê ve biryara darvekirinê derheqê wê de hatiye dayîn. Em biryara wan şermezar dikin û dibêjin sîstema Melalî li Îran sîstemek xetere li ser hebûna jin û civakê. Bi navê olî dixwazin jinên pêşeng, azadîxwaz tune bikin.
Hin biryarên komxebatê
*Rêxistinbûyîn û tekoşîna ji bo pêşxistina îdeolojiya azadiya jin.
* Piştgirî ji bo tevlîbûn û mezinkirina hêza leşkerî da ku em deskeftiyên şoreşê biparêzin.
* Hemû sûcên şer yên li dijî jinan û qirkirina wê werin belgekirin.
* Pêşxistina hişmendiya jinan li ser esasê zanista jinê û danasîna zagona malbatê.
* Vekirina dewreyan ji bo pêşxistina jinan di qada leşkerî taybet erka xwe parastin.
* Dûrî hişmendiya olperestî parastina mafê jin.
*Tekoşîn ji bo parastina ekolojî ji ber ku qirkirina xwezayî bi qirkirina jinê ve girêdayî ye.
*Rêgirtina li ber cureyên tundiyê û ji bo jinên ku tundî li ser wan pêk tê navend û cihên pêwist ji bo wan werin vekirin.
*Kesên sûcên qetilkirina jinan pêk tîne were cezakirin û ev sûc bi navê namûs û hwd… neyê dîtin.
*Pêşxistina jinê di qada siyasî de.
*Avakirina konfederalîzma jinan a demokratîk ku jin bikaribe ji her welatî cih bigre û niqaş bike.
NAVENDA NÛÇEYAN