Koalîsyona li dijî Tirkiye û Îranê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 19 Nîsan 2021 - 05:03

  • Dewletên Yewnanistan, Îsraîl, Qibris û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî îna bihurî yanî 16'ê Nîsanê civiyan. 

REWŞAN DENIZ / ATÎNA

Li Qibrisê wezîrên karê derve yên dewletên Yewnanistan, Îsraîl, Qibris û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî îna bihurî yanî 16'ê Nîsanê civiyan. 

Lê ev ne civîneke ji rêzê û hema welê bû. Civîn îşaret bi bigewdebûna koalîosyoneke nû dike. Ev koalîsyon jî, wiha diyar e, wê bi van çar welatan nemîne. Diyar e ku wê berfireh bibe. Ji bo ku em zanibin, ev civîn ne hema welê bû, em berê xwe bidin nûçeyeke doh jî: Îsraîlê û Yewnanistanê peymaneke ji bo perwerdekirina hêzên hewayî yên Yewnanistanê îmze kir û buhayê wê miyarek û 600 milyon dolar e. Yek ji mezintirîn peymanên bi vî rengî ye û ev perwerde wê 22 salan dewam bike. Yanî em dibînin ku hevkariya Îsraîl û Yewnanistanê wê bi dehan salan dewam bike. 

Baş e çi diqewime? Ya xuya ew e ku dewra Tirkiyeyê ya ku bi revîzyonîzma xwe ya li herêmê dike, êdî gefan li cîranên wê dixwe. Ev gefên hanê jî êdî weke tehlûke tên dîtin. Welatên ku di serê pêşî de vê tehûkeyê dibînin Yewnanistan û Qibris in. Ji ber wê jî di bipêşketina vê koalîsyona Derya Spî û welatên Kendavê de Yewnanistan bi rola pêşeng radibe. Ji bilî vê civînê, wezîrên parastinê û karê derve yên Yewnanistanê plan dikin ku biçin serdana Riyadê jî. Ji ber pandemiya koronayê serdana wan hatibe bipaşxistin jî, ev serdan wê bibe. Diyar e armanca Yewnanistanê, koalîsyoneke Derya Spî û Kendavê ye li dijî Tirkiye ya ku weke xwedî hewasên bi tehlûke û Îran a ku weke tehlûkeyeke heyatî tê dîtin. 

Erebistana Siûdî jî li tifaqê zêde dibe

Wezîrên Yewnanî Dendias û Panagiotopoulos wê li Riyadê peymaneke eskerî mohr bikin bi Erebistana Siûdî re da ku Erebistana Siûdî karibe bataryayên fuzeyên Patriot-2 bi pêş bixe. Dewleta Siûdî dixwaze parastina xwe ya hewayî di şerê li dijî milîsên Hûtî yên li Yemenê de xurt bike. 

Ev dewletên hanê hemû, kirinên dewleta Tirk ên li Derya Spî û destekkirina Birayên Misilman ji bo xwe weke tehlûke dibînin. Ji ber wê jî destpêka 2021'ê rêveberiya Joe Biden li ser mijarê hewldanên dewleta Tirk li rojhilatê Derya Spî ji bo hevgirên xwe "yên demokratîk Yewnanistan û Qibrisê" tehlûke weke tehlûke bi nav kiribû.

Yanî mirov dikare bibêje, hêdî hêdî dirûvê koalîsyoneke Derya Spî û Kendavê ya li dijî dewleta Tirk û Îranê diyar dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.