Keştiyek noqî avê bû

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 14:15

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku keştiyeke ku 22 penaberên Sûriyeyî tê de bûn ku ji beravên Cezayîrê ber bi Spanyayê bi rê ketiye, noqî avê bûye.

Navendê diyar kir ku keştiyeke ku 22 penaberên Sûriyeyî tê de bûn, pêr êvarê ji bajarê Erhat ê wîlayeta Tîbaza ya Cezayîrê ber bi Spanyayê ve bi rê ketiye û piştî çend saetan noqî avê bûye.

Li gorî navendê, hêzên deryayî yên Cezayîrê, tevî yên zarokan, gelek cenaze derxistine û birine Nexweşxaneya Sîdî Gîlas.

Gelek hesabên li ser medyaya dijîtal jî agahî parve kirin ku di nava penaberan de, kesên ji Kobanê jî hene.

Navendê li gorî agahiyên hêzên deryayî yên Cezayîrê da zanîn ku tenê zarokek ji qezayê filitiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.