Kembera dagirkeriyê

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 27 Tîrmeh 2020 - 23:00

  • Dewleta Tirk ne tenê dixwaze xeta ji Tirbespiyê heta Til Koçerê dagir bike, lê belê dixwaze pîlanekî wisa yê dagirkirinê bêguman li ser herêma Şengalê jî bide meşandin.

Şîrovekarê siyasî yê Iraq û Kurdistanê Hêwa Osman di 13`ê Tîrmehê de, li ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyeke balkêş belav kir. Hêwa Osman ku agahiya xwe dispêre çavkaniyan, dibêje "Erdogan hewl dide herêmeke ewle ya nû ji Tirbespiyê (rojhilatê Qamişloyê) heta Til Koçerê bi hinceta bicihkirina koçberan, bi dest bixe. Lê di rastiya xwe de, ew dixwaze deriyekî bazirganiyê ji Tirkiyê heta Til Koçerê veke."
Mirov van agahiyan lazim e ne wekî tiştekî ji rêzê diyar bike. Di rastiya xwe de, ev kembereke dagirkeriyê ye li dijî bakurê Sûriyê heta Başûrê Kurdistanê. Ev kember, kembera partiya Baas a Sûriyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê tîne bîra mirov.
Biryara "Kembera Erebî" di sala 1966`an de di kongreya partiya Baas a Sûriyê de hate dayîn. Partiya Baas dixwest bi vê biryara xwe herêmên Kurdan ango herêmên ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê hemûyan vala bike û li cihê wan erebên ji herêmên dîtir bi cih bike. Di vî warî de, ji hezaran Kurdan nasnameyên Sûriyê hatin standin û wek biyanî li Sûriyê hatin binavkirin. Her wiha Kurd ji cih û warên wan hatin dûrxistin û bi taybet li herêma Cizîrê, di navbera gundên kurdan de Ereb hatin bi cih kirin da ku bi vê siyaseta xwe ya şovenîst Kurdan ji hev parçe bikin.
Di sedsala 21’an de û nexasim salvegera hevpeymana Lozanê, faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze heman rêbazî bi kar bîne, lê vê carê ne tenê Kurdên Rojava dike hedef, lê belê di serî de Kurdên Başûr û statuya wan a siyasî jî hedefeke wan a sereke ye.
Dewleta Tirk ne tenê dixwaze xeta ji Tirbespiyê heta Til Koçerê dagir bike, lê belê dixwaze pîlanekî wisa yê dagirkirinê bêguman li ser herêma Şengalê jî bide meşandin. Divê em destnîşan bikin Şengal di aliyê joepolîtîk de xwedî cihekî girîng e.
Dewleta Tirk bi van hewldanên xwe yên dagirkeriyê gelek armancên xwe hene. A yekê, Kurdan ji hev qut bike. A din, ev herêma stratejîk û dewlemendiya wê ya binerd û sererd, dagir bike. Her wiha dixwaze di alî aborî û siyasî de dor li Başûrê Kurdistanê bigire û jixwe di warê eskerî de têra xwe dagir kiriye. Eger pîlana dewleta Tirk biçe serî, wê demê dewleta Tirk bêguman wê deriyê Ibrahîm Xelîl bigire û êdî bi fermî bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re nade û nastîne. Wê dewleta Tirk yekser bi hikumeta navendî ya Iraqê re bide û bistîne.
Halê hazir, dewleta Tirk ji êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019`an de, mirov dikare bêje dest bi pîlanên xwe kiriye. Di vê çarçoveyê de, pirtûka şêwirmendê berê yê ewlehiya neteweyî yê Emerîkayê John Bolton jî bazara qirêjî ya di navbera Erdogan û Trump de ku herêma Rojava heta Til Koçerê dagir bike, eşkere kir.
Ji aliyekî din ve jî, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û herêma Heftanînê di vê çarçoveyê de ne. Li Başûrê Kurdistanê yê ku nehişt ev pîlan heta niha pêk were, bêguman PKK ye ku li hemberî pîlanên dagirkeriya Tirk, berxwedaneke bêhempa nîşan dide.
Niha dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bazarê li ser Eyn Îsayê dike û ji wir dixwaze destpêkê herêma Firatê-Minbic û herêma Cizîrê û Dêrazorê ji hev qut bike.
Li hemberî kembera dagirkeriyê ya nû ya ji Rojava heta Til Koçer, Şengal û Başûrê Kurdistanê, pêwîst dike ku hêzên siyasî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên pêşmerge, rêveberiya Başûr, artêş û hikumeta Iraqê bi hev re bisekinin. Bi yekitiyê û zanebûna hevsengiyên cîhanî û herêmî mirov dikare vî pîlanê Erdogan bi bin bixe.
Bi gotineke din Franse, Emerîka, Rûsya, Çîn û hwd. bi derdê xwe ketine û kes nayê axa me naparêze. Lewra ji vê demê û şûn de êdî tenê axaftin têrê nake.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.