Kemaçe û cello bi Kemancello gihiştin hev

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Gulan 2020 - 15:27

Austra gava behsa albuma xwe ya nû dike, behsa komekê dike ku ew û tevahiya kesên li studyoya qeydiyê li ber muzîka xwe giriyandine. Ew behsa Kamancello dike ku bi kemançeyeke Kurdî û celloyekê bi ruhên guhdaran re dipeyive.

Austra, yanî Katie Austra Stelmanis albumeke nû derxist bi navê ‘HiRUDiN’. Di albumê de wê muzîkeke bi kemançeya Rojhilatê Kurdistanê jî heye. Koma Kamancello tesîreke mezin lê kiriye.

Di albuma xwe ya çarê HiRUDiN de stranbêja Kanadayî Austra hewl daye xwe bigihîne dengên muzîka bajarê Torontoyê. Albuma wê 1´ê Gulanê derçû. Wê di nivîseke xwe ya li ser albûmê de gava behsa vê lêgerîna xwe kir, behsa komeke balkêş jî kir. Kamancello, komeke muzîkê ya ji kemaçevanekî ji Rojhilatê Kurdistanê û cellîstekî Kanadayî ye. Ji bo nas kirina vê komê ew dinivîse: “Min duoyek [komeke ji du kesan] jî nas kir, navê wan Kamancello ye; endamên wê Raphael Weintroth-Brown, cellîstekî ji dibistana Glen Gould e; ew di heman demê de ji bo gelek komên metalê jî lêdixe; û endamê din Shahriyar Jamshidi (Şahriyar Cemşîdî) ye ku li kemaça Kurdî dixe. Li ser straneke ku wan hîna nû bi hev re lêxist, û em hemûyên li odeya kontrolê [ya ji bo qeydiya albumê] me dest bi girî kir, ji ber ku gelekî xweş û bedew bû!”

Ew wekî din bi komeke Filîpînî û yeke Elman re jî kar dike. Lê ya bala me diçe ser Kamancello ye. Muzîkên wan ên cihê jî hebin, bi giranî muzîkên Rojhilatê Kurdistanê hatine adaptekirin.

Em Kemaçelo dixwînin

Ev komeke muzîkê ya ji du kesan e ku endamên wê ji xwe re wê kêliya lê dixin gelek caran li hev tînin. Muzîka wan bi temamî înstrumental e. Adaptasyona muzîka ji Rojhilatê Kurdistanê dikin û pê re jî muzîka klasîk jî adapte dikin. Tenê du sazên wan hene: Kemaçeya Rojhilatê Kurdistanê û cello (çelo).

Kamancello ku weke Kemançelo tê xwendin, muhtemel e ku biçe Torê wê bibe Kemaçelo! Kom sala 2014´an hatiye damezrandin. Du endamên komê hene Shahriyar Jamshidi û Raphael Weinroth-Browne. Cihê kom lê herî zêde bajarê Toronto yê Kanadayê ye.

Pêşî li Montrealê derket ser dikê

Cara yekê, kom sala 2015´an di Festîvala Cihana Ereb a Montrealê de bi navê Kamancello derkete ser dikê. Festîvalê kom weke berga xwe ya danasîna xwe hilbijart. Lihevanîna wan xwe disipêre muzîka modal a Kurd û muzîka klasîk a Rojavayî li ser kemaçe (kemaçeyeke 4 têlî ya kovik fireh) û celloyê. Komê heta niha du albumên xwe qeyd kirine. Yek jê wan qeyd kir li studyoya xwe bi xwe sala 2017´an û ya dinê jî li Studio Union Sound Company sala 2019´an bi navê Kamancello II: Voyage wan qeyd kir.

Performansa wan a dawî jî bi Orkestraya Sîmfoniyê ya Windsor re bû sala 2019´an. Muzîkeke wan a ku bi ruhê mirovî re dipeyive heye û belkî bi xêra nivîsa Austra jî çêtir bê nasîn. Naskirina komê wê bivê nevê muzîka Kurdî jî bide nasîn.


Şahriyar û Raphael

Şahriyar Cemşîdî kemançejenekî Kurd, bestekar û vokalîst e. Ew damezrênerê Koma Dîlan e. Bi xwe li Tehran xwendiye. Wî hunerê xwe ji bo parastina mîrasa çand û muzîka Kurdî terxan kiriye. Ew sala 2012´an penaberî Kanadayê bûye û ji bo xweîfadekirina muzîkî jî xwe li gelek tiştan diceribîne. Wî xelatên Konseya Huner a Kandayê, International Society for Music Education ISME, Weqfa SOCAN û Konseya Huner a Torontoyê wergirtine.
Raphael Weinroth-Browne cellist û bestekarek e. Bi koma dukesî ya bi navê The Visit ew li festîvalên navneteweyî hat naskirin. Wî muzîka cotkonçertoya bi navê “Convergence Suite” kir tevî Orkestraya Sîmfoniyê ya Windsorê. Ew tevî koma metal a pêşverû Leprous a norwêcî re li cello dixe û di albûma wan a dawî ´Malina´ de jî cellîst e. Wî heta niha di 90 qeydiyên studyoyê de li celloyê xistiye.

TORONTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.