Keda Hesen Emo ya ji bo Şengalê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Gulan 2024 - 15:55

  • Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ragihand ku hunermendê şoreşger, rêvebirê Navenda Çand û Hunera Şengalê Hesen Emo duh na pêr ( 23.05.2024 ) ji ber nexweşiyeke giran wefat kir û wiha hate gotin: “Weke Navenda Çand û Hunera Şengalê emê jî li keda wî, li xewn û xeyalên wî û li xebatên wî xwedî derkevin.”

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ji bo Hesen Emo daxuyaniyekê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin;
“Hevalê me Hesen Emo ev demek bû ji ber nexweşîna xwe dihate dermankirin.Hevalê me Hesen Emo piştî fermana 2014’an weke xortekî Êzidî ji bo bersiva fermanê bide dijminên Ezdatiyê tevlî kar û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê bû. Bi taybet li hemberî siyaseta qirkirina civaka Êzidî û qirkirina çandî barê parastin û pêşxistina çand û hunera Êzîdxanê da ser milê xwe. Di rêxistinkirina Navenda Çand û Hunera Şengalê de bû xwedî kedeke mezin û giranbuha.
Hevalê me Hesen Emo di nav salên buhirî de bi dehan keç û xortên Êzidî perwerde kirin, ji bo parastina çanda Ezdatiyê bi sedan şahî û bername lidarxistin. Her wiha weke hunermendekî ciwan ê Êzidî bû xwedî gelek berhemên hunerî ku hêz û coşa berxwedanê dan civaka Êzidî. Yek ji avakarên Koma Çiyayê Şengalê bû ku deng û rengê Êzîdxanê li hemû Êzîdxanê berbelav kir.

Stran, çîrok û serhatiyên Şengalê kom kirin
Hevalê me Hesen Emo li hemberî siyaseta qirkirina çandî bere xwe da çavkaniyên resen ên folklor û çanda Şengalê. Wî bi kedeke mezin bi sedan stran, çîrok, self û serhatiyên Şengalê komkirin û li pey xwe arşîveke giranbuha a çandî hişt. Hesen Emo ji bo çand û hunera Şengalê bi hemû hêz û tecrubeya xwe xebat meşand, ji bo Çira TV bernameya Xemla Çiyayê Şengalê amade kir û demekê pêşkêşvaniya vê bernamê jî kir. Bi dehan dengbêj û hunermendên qedîm û ciwan bi dinyayê da naskirin.
Ji ber keda wî ya giranbuha, ji ber xebata wî ya bê rawestan em hevalê xwe Hesen Emo wekî ‘Şehîdê Kedê’ dibînin û wisa radigihînin raya giştî û gelê xwe. Weke Navenda Çand û Hunera Şengalê emê jî li keda wî, li xewn û xeyalên wî û li xebatên wî xwedî derkevin.” ROJNEWS/ŞENGAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.