Karkerên Katalonyayê: Ji Ocalan re azadî!

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 02:25

Konfederasyonên karkeran ên Katalonyayê ji bo salvegera pêşî ya Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî’’ daxuyaniyek dan û gotin,’’ Em dixwazin Ocalan azad bibe; ji ber ku weke sendîkalîstên anarko li hemberî girtina kesên ji bo cîhaneke hîn baştir têdikoşin nabe ku em bêdeng bimînin.’’ Yek ji konfederasyonên karkeran ên herî berfireh ên Spanyayê Konfederasyona Navbera Sendîkayan (Confederacion Intersindical-CI) ji bo salvegera pêşî ya Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' lli ser malpera xwe ya înternetê bi sernavê "Piştî salekê em bi israr in: Azadî ji Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji daxwazên gelê Kurd re" daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanyayeke navneteweyî hate destpêkirin û hate gotin, "Ocalan bêyî ku mafekî wî bê misogerkirin hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hate birîn.’’

Ocalan ji bo çareseriyê bi roleke diyarker e

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera yekemîn a kampanya navneteweyî de ku ji bo Abdullah Ocalan hate destpêkirin, em CI soza xwe ya şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê dubare dikin. Bêguman azadiya girtiyan wê bibe gava herî girîng ji bo pêvajoyeke danûstandinan a nû ya ji bo çareseriya siyasî ya daxwazên gelê Kurd ê li nava sînorên Tirkiyeyê be. Lewma tevkariyên cuda yên Abdullah Ocalan wê di çareseriya dawî ya pirsgirêkê de xwedî rola diyarker be." Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd. Azadî ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re, çareseriya siyasî ji gelê Kurd re."

CGT: Em dixwazin Ocalan azad bibe

Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Katalonyayê (Confederació General del Treball de Catalunya-CGT) jî peyameke bi vî rengî da: "Em CGT Katalonya  tevlî kampanya navneteweyî ya ji bo rizgariya Abdullah Ocalan bûn û dixwazin piştgiriyê bidin tevgera rizgariyê ya Kurdistanê. Dewleta Tirk 25 salan ew li Girtîgeha Îmraliyê girt û tecrîd kir. Girtina wî ji bo ragirtina fikrên wî yên li dijî dewlet, baviksalarî û kapîtalîzmê bû.

Azadiya jinan, ekolojî û xwerêveberî. Ev stûnên Konfederalîzma Demokratîk in. Fikir û karên tevgera rizgariya gelê Kurd bi rêxistinên otorîter ên netewe dewletê re tên hemberî hev û ev yek ji bo dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dibe gefek.

Em dixwazin Ocalan azad bibe; ji ber ku weke sendîkalîstên anarko li hemberî girtina kesên ji bo cîhaneke hîn baştir têdikoşin nabe ku em bêdeng bimînin. Ji ber ku hevrêyên li Şoreşa Rojava li derveyî dîktatoriya semaye û netewe dewletê xwe bi rêxistin kirine û mînakeke têkoşînê ya ku hêviyeke nû dide tevgerên civakî yên li her devera cîhanê, nîşan didin.

Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji Kurdistanê re!"

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.