Kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’

Sêşem 3 Îlon 2024 - 03:15

  • Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) pêngava bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê meşandin, bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû dike.

Koordînasyona TJK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi kampanyayeke nû re wê fikrên Abdullah Ocalan bigihînin 'her kesî, her malê, her kolanê, her dibistanê'. Têkildarî kampanya nû ev agahî hatin dayin:"Rêber Apo li dijî komploya navneteweyî 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de berxwedan û têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Li dijî vê komploya qirêj a ku 25 sal in dewam dike, di serî de jin û ciwanên Kurd gelê Kurdistanê û dostên wan berxwedaneke mezin nîşan dan. Gelê me ku her tiştên xwe jê hatiye standin û polîtîkayên înkar û tinekirinê li ser hebûna wê hatiye ferzkirin, di nava ti şert û mercî de ji têkoşîna xwe ya rûmetê paşve gav neavêtiye, her tim li ser jiyana azad biryara xwe daye û li dora Rêber Apo bûye yek, gerîlayên azadiyê jî li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya qirker û faşîst têkoşîneke mezin a azadiyê meşandiye. Sedema esasî ya êrîşkariya qirkerî û dagirkeriyê ya îro li Kurdistanê tê kirin ew e ku ev berxwedan li Rojhilata Navîn bilind dibe, di şexsê Rêber Apo de dibe yek, vediguhere meşaleya azadiyê, roj bi roj gerdûnî dibe û di nava vê rewşa tengav û kaos de dibe rêya rizgariyê.

Rêber APO digîhînin herkesê/î

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an ji aliyê dostên gelê Kurd ên entrasnyonal ve hate destpêkirin, di nava salê de gelek çalakî, konferans hatin lidarxistin. Em jin jî mîna ku 25 salên dawî me kirin, bi rengekî çalak em tevlî kampanya ji bo azadiyê ya sala dawî bûn, me pêşengî jê re kir. Bandora girîng a kampanya azadiyê li holê ye. Beriya her tiştî kampanyayeke welê girîng e ku mirovahiya cîhanê li dora nirxên hevpar li hev civandiye. Lewma pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' gaveke nû avêtiye. Ji gelek gel, civak, komên baweriyan mirov li dora daxwazeke hevpar gihîştin hev û 'dengek kirin hezar deng', dengê bi hezaran mirovî jî gihand bi milyonan mirovî ku ev yek di sedsala 21'ê de ku du mirov nikarin li hev kom bibin, nîşaneya berxwedaneke bêhempa ye. Lewma kampanya azadiyê gelek gavên nû avêtiye. Di rewşa heyî de pêwîstî pê heye ku pêvajoya komployê bi temamî bê têkbirin, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bê şikandin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, ji bo vê jî têkoşîn hîn bêhtir radîkal û mezin bibe. Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em radigihînin ku em ê pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû bikin. Kampanya me tê wateya hevgirtina li dora Rêber Apo. Em ê fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî, her malê, her kolanê, her dibistanê û ronahiya rojê bigihînin her devera tarî maye. Em zanin ku tarîtiya herî kûr jî li pêşberî tîrêjên rojê wê ji holê rabe. Meclîs, komun, înîsiyatîf, sazî û komîteyên me yên di bin sîwana Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) de cih digirin, wê bi ruhê seferberiyê, bi reng û gotinên xwe bi rengê herî xurt tevlî kampanyayê bibin. Çalakiyên ku em ê di dema bê de lidar bixin wê me hîn bêhtir nêzî azadiyê bikin. Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan dikin ku beşdarî kampanya 'Tîrêjên Rojê' bibin ku wê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.