Kampanya 100 hezar îmzeyî dewam dike 

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 1 Adar 2021 - 16:45

Kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo dadgehkirina dîktatorî“ ya bi pêşnegiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di 25'ê Mijdara 2020’an dest pê kir, li Swîsreyê ber bi encamê ve diçe.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê Lava Alarabo diyar kir ku ji sedî 80´yê îmzeyên wan heta niha kom kirine, îmzeyên Swîsreyiyan in û anî ziman ku kampanyaya wan a îmzeyan a li Baselê wê heta 8'ê Adarê wê dewam bike.

Hevseroka CDK-Baselê û aktîvîsta Meclîsa Jinê ya Ronahî Lava Alarabo diyar kir ku ji 25'ê Mijdarê û vir ve, ew li gel rêxistinên jin ên Swîsreyî karekî kolektîf dimeşînin û ji niha ve gihîştine armanca ku danîbûn pêşiya xwe.

Alarabo ragihand ku bi helwêsteke fedakar û bi sebir, aktîvîstên wan sedemên ji bo dadgehkirina Erdogan rave dikin, bi vî rengî yek bi yek îmzeyan kom dikin: "Ji bo teşhîrkirina dîktatoriya Erdogan li nava raya giştî ya navneteweyî, dikarim bêjim, li Baselê em gihîştine armanca xwe. Ji sedî 80´yê îmzeyên me kom kirî, yên Swîsreyiyan e."

Hevserok Lava Alarabo destnîşan kir ku kampanya îmzeyan a li Baselê wê heta 8'ê Adarê bi heman daxwaz û biryardariyê dewam bike.

ANF/BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.