Jinên şoreşger cîhan parastin

Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:35

Yek ji cihên ku bi êrişên DAÎŞ’ê re rû bi rû ma, Wargeha Penaberan a Mexmûrê bû ku di heman demê de cihê destpêkê yê DAÎŞ lê hate têkbirin. Bi boneya 10’emîn salvegera êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Mexmûrê, jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) axivîn û qala wan rojên reş û berxwadana jinên têkoşer a li dijî DAÎŞ’ê kirin. Medîne Hilalî di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdên di pêvajoya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de bi bîr anî û got:“Bi belavbûna DAÎŞ’ê re cîhan sekinî û tenê PKK’ê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Keç û xortên me li hember DAÎŞ’ê li ber xwe dan. Di pêşengtiya jina Kurd de, çeteyên hov hatin têk birin. Çeteyên DAÎŞ’ê digotin, ‘divê em bi destê jinan neyên kuştin.’ Dijberî wê jinên Kurd piştî van gotinan hêza xwe ya têkoşînê mezintir kirin. Di pêvajoya DAÎŞ’ê de jinên Kurd rola xwe leyîstin û DAÎŞ têk birin.”

Medîna Hilalî bang li keç û xortên Kurdan kir ku xwedî li Kurdistan û destketiyên ku şehîdan avakirine derbikevin û wiha got:“Ez bang li her çar aliyên Kurdistanê, bi taybetî jî bang li gelê me yên li Bakurê Kurdistanê dikim, divê gelê me xwedî li vîna xwe derbikeve. Cerdevanên ku niha li hember Kurdan şer dikin, mîna DAÎŞ’ê ne! Divê gelê Kurd mînaka Kobanê, Reqa, Serêkaniyê û Efrînê ku li ber xwe dan û têkoşiyan ji bîr neke.”

Ezîza Tîmûr jî got: “Hovîtiya DAÎŞ’ê ya li dijî jinên Şengalê bû hêrs û kînek mezin di dilê jinên Kurd de. Jina Kurd bi wê hêrs û kînê têkoşiya. Jina şoreşger hem li Mexmûrê, hem li Şengalê û hem jî li Rojava jî bersivek xurt da wan çeteyan. Mînaka wê jî Heval Denîz e ku di eniya pêş de li hemberî DAÎŞ’ê şer kir.”

Hîvîdar Hilalî jî destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi şerê xwe yê derûnî xwest bandorê li civakê bike û got:“Jinên şoreşger ên PKK’ê bi sekna xwe ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê hêza jina Kurd raxist ber çavan. Çeteyên ku bi şerê xwe yê derûnî bandorek mezin li ser civakê dikirin, ji aliyê jinên Kurd ve hatin têk birin. Çeteyên DAÎŞ’ê xwestin bi tacîz, destdirêjî û kuştinê derûniya jinan xira bikin. Ji wê zêdetir jinên Kurd tirs xiste dilê çeteyên DAÎŞ’ê.”

ANF/JIYAN PÎRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.