Jinên li Ewrûpayê jî daketin meydanê

Nûçeyên Jin

Şemî 3 Tîrmeh 2021 - 02:09

Li gelek bajarên Ewrûpayê jin daketin qadan û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin. Li Elmanya, Îngilistan, Swîsre û Îtalyayê jin daketin qadan.

Li paytexta Îngilistan Londonê, endamên Platforma Piştevaniya Jinê li ber Pirtûkxaneya Wood Greenê li hev civiyan û çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. 

Li paytexta Swîsre Bernê, bi beşdariya endamên Meclîsa Jinê ya Mizgîn, Platforma Jinê ya Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst û greva Jinê ya Swîsreyê li Bahnhofplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Jinan gotin, ”Peyman Stenbolê ya me ye” û destnîşan kirin ku wê li qadan bin. Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşma ”Jin, jiyan, azadî” hate qîrîn, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.

Li bajarekî din ê Swîsreyê li Zurichê, pêkhateyên Piştevaniya Jinê ya Ewrûpayê li qada Staufacherê çalakiyek li dar xistin û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, ”Desteserkirina îradeya jinê li Tirkiyeyê bêhikum e. Peymana Stenbolê ya me ye, em dest jê bernadin. Em natirsin, bêdeng namînin, serî natewînin. Divê dewleta Tirk tavilê ji vê biryara xwe vegere û hukmên peymanê bi cih bîne.” Çalakî bi xwendina belavokên bi zimanê Elmanî bi dawî bû. Li bajarê Baselê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin.
Her wiha li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê û li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî jinên Kurd û Tirk jî di nav de gelek jin xwedî têkoşîna jinên li Tirkiyê û Kurdistanê derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.