Jinên Efxan dimeşin Brukselê

Nûçeyên Jin

Sêşem 7 Adar 2023 - 02:12

  • Jinên Efxan ên li Ewrûpayê bi rasthatina 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, meşeke dirêj ji Berlînê ber bi Brukselê ve li dar dixin.

Jinên Efxan bi şîara “Li Efxanistanê cudakeriya cinsî êdî bes e” ji paytexta Elmanyayê Berlînê dest bi meşa xwe ya dirêj kir. Ew ber bi paytexta Belçîkayê Brukselê ve dimeşin.

Jinên Efxan li meydana navendî ya Berlînê Brandenburger Tor civiyan û wan got, “Dîwarên bilind, banên zexm dengê me nagihînin dinyayê. Em ji bo edaletê dimeşin.” Meşê 5´ê Adarê dest pê kir û doh jî jin li bajarên Elmanyayê Hamburg û Hannoverê meşiyan. Jinên Efxan îro wê saet ji 10:00 ta 13:00´an li Kolnê û ji 16:00 ta 18:00´an li Dusseldorfê bimeşin. Sibe yanî 8´ê Adarê jî ew ê meşa xwe li Brukselê bi dawî bikin. 

Ji bo bibin dengê jinên li Efxanistanê

Jinan di dema meşê de bi daxuyaniyên xwe gotin, jin li Efxanistanê mexdûr û qurbaniyên her awayê şidet, cudakarî û neheqiyê ne û ji ber wê “hîna gelek tişt hene ku divê bên kirin.” Jinên Efxan bang li jinan hemûyan kir ji bo têkoşîna hevpar û piştgiriyê.

Jinên Efxan gotin, zilma Talîbanê li ser bi milyonan jinên Efxan heye û ji ber nebûna çapemeniyeke azad jî, kes dengê wan nabihîze. Wan got, ew bi çalakî û têkoşîna xwe wê bibin dengê jinên li Efxanistanê.

Jinên Kurd ew pêşwazî kirin

Doh li Hamburgê jinên Kurd, jinên Efxan pêşwazî kirin. Jinên Efxan malavahiya jinên Kurd kir. Wan bi hev re li ber Parlamena Eyaletê ya Hamburgê pankarta li ser nivîsandî “Vegerandina xelkê ber Efxanistanê ve rawestînin” jî hilgirt. Jinan got, heger Efxan bên dersînorkirin, rejîma Talîbanê cezayên giran li wan dibirre û dibe ku cezayê bidarvekirinê jî bide wan.

Rojnamevana Efxan Elaha Sahel jî got, “Li vir dibêjin, bawerî bi rejîma Talîbanê tê û dixwazin me bişînin Efxanistanê.”

Jinên çalakger paşê gotin, “jinên Efxan doza edaletê dikin” û çalakiya xwe dewam kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.