Jinên azad dinyayê xweşiktir dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Çile 2023 - 10:53

  • Hunermenda Îranî Ghazal Ashrafian ji bo koleksiyona xwe ya bi navê “Jin, reng, dans û azadî” gelek wêneyên jinan çêkirine. Ew bi van wêneyên xwe dixwaze jinên azad û serbilind nîşan bide û dibêje, “Tevî jinên azad û bextewar dinya xweşiktir dibe.”

XASÊ CÛNÊ

Hunermenda Îranî Ghazal Ashrafian (Xezal Eşrefyan) a ku koçî Awusturyayê kiriye, ev qederê 25 salan e ku resman çêdike. Ew sala 1982’yan li Îranê hatiye dinyayê û sala 2015’an jî ji Îranê derketiye û berê xwe daye Awusturyayê. Piştî ku li Awusturyayê bi cih dibe li ser xem û xeyalên xwe bi riya rengên akrîlîk û boyaxa avî li ser tuwalan xêz dike. Ew bi resmên xwe ketiye pey azadiya jinan û di tabloyên xwe de zêdetir cih dide jinan, di tabloyên xwe de jinan bextewar nîşan dide û li ser têgehên bi vî rengî disekine.

Xezal Eşrefiyan dide zanîn ku ew li welatê xwe Îranê, weke jinekê, ne azad bûye û rewşa jinên li welatê xwe got; “Her tim êş û azar dibe para jinên welatê min û ez jî bi van êşan mezin bûm. Lê heya ji min hat min xwest ez bextewar bijîm. Ji lewre tevî jinên azad û bextewar dinya xweşiktir dibe.” Xezal Eşrefiyan di van rojên dawî de li bajarê Grazê yê Awusturyayê koleksiyona xwe ya bi navê “Jin, Evîn (reng û dans) û Azadî” di pêşangehekê de nîşanî xelkê da. Ji bo vê koleksiyona xwe temam bike, ew bi qasî sê salan xebitî û jinên welatê xwe resmandin.

Heta azadî pêk were…

Xezal Eşrefiyan bi saya fîgûrên di resmên xwe de sembolîzmê jî bi kar tîne û gelek fîgûrên ku meriv zû bi zû tê dernaxe ew çine di resmên wê de xuya ne. Yanî ew bi van tabloyên xwe, welatên jinên azad û serbilind nîşan dide û behsa welatê wan dike. Wê li ser hin tabloyên xwe jî peyvên hin stranan bi Farisî nivisîne û bi vî awayî hin tabloyên wê weke kolajan tên xuyanê. Lê tevî vî jî, ew bi akrîlîk, boyaxa avî û pastelê resmên xwe çêdike. Ew bi van tabloyan li hêlekê jî Azadî, reng û dansa jinan nîşan dide û armanca xêzkirina xwe bi van gotinan derdibire, “Ji bo Îranê, ji bo azadiyê, ji bo jinan, ji bo xwe û ji bo we hemûyan. Heta azadî pêk were…”

Dar û fêkî têra xwe hebûn!

Gelek kesan ji Xezal Eşrefiyan re gotiye ku ji dêvla jinan dar û fêkiyan biresmîne û çi îşê wê bi vê meseleyê neketiye, lê ew bi israr li jinên welatê xwe vegeriyaye û ew xêz kirine. Wê jinên welatê xwe jî nirxandin û got; “Ji xwe dar û fêkî têra xwe hebûn! Lê ez niha ne li welatê xwe me, jinek im û dixwazim jinên welatê xwe nîşanî xelkê bidim. Ez di hemû resmên xwe de hinekî jî xwe dibînim. Jinên ku min ew di tabloyan de nîşan dane bextewar, azad û xweşik in. Her wiha cilûbergên ku min li wan kirine jî rengîn in. Ev jinên welatê min ên rasteqîn in. Ew berxedêr in jî û dilê wan mişt azadî ye. Yanî dibe ku ew fizîkî ne azad bin, lê bi sekn û jiyana xwe li ber dilê min tim azad in.”

Polîtîkayê li ser jinan ferz nekin

Xezal Eşrefiyan ku niha li Ewrûpayê ye û ji rojhilat ber bi rojava ve koçber bûye, koleksiyona xwe bi vê dirûşmeyê çêkiriye, “Ji Rojhilatê dilê min ber bi Rojavayê dilê we ve pêkhatina fantaziyekê…” Wê pêşangeha xwe ya ku ji 30 resman pêk tê jî bi vê nihêrînê çêkiriye. Lê dema çêdike ew bi nihêrîneke oryantalîst nêzî meseleyê nabe, berevajî vê yekê dixwaze xeyalên jinan pêk bîne û wan azad nîşan bide, “Azadî ji bo gelek kesan belkî bi eynî maneyê tê nirxandin, lê ez jinên ku bi xwe bawer in û dizanin çi dibêjin pîroz dikim bi wêneyên xwe û li gel wan disekinim. Ji civaka baviksalarî dûr bikevin, her wiha ji peywirên ku dixwazin li ser we ferz bikin jî. Ji rêgezên ku weke namûs hatine diyarkirin jî dûr bisekinin. Kes xwediyê min nîne, nihêrînên min divê azad bin. Hin kesên ku peywirdar in û li hin meqaman disekinin nikarin derbarê min de biryarê bidin û hin polîtkayan li ser min ferz bikin. Ez weke jinekê, bi peywira xwe dizanim û bi xebatên xwe jî vê hêla jinan nîşan didim.”

 

‘Jinên Mutewazî yên Kurd‘

Di nav resmên Xezal Eşrefiyan de resmekî ku wê du fîgûrên jin ên Kurd nîşan daye jî hene. Çavên fîgûrên wê li hember in, weke dixwazin hin tiştan bînin ziman. Ew van her du jinên ku wê xêz kirine, wiha dinirxîne, “Ew ferîştahên eşîretên Kurdan in û kes nikare li ber wan rabe! Jinên Kurd xweşik û bi hêz in. ” Eşrefiyan her wiha rûyên wan yê spî ku di bin temezî û çarikan de xuya dibin jî weke parçeyekî hîvê dibîne û dibêje, ew jinên pirr mutewazî ne. 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.