Jinan ji jiyana kar dikin der

Nûçeyên Jin

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • “Li şûna xwe xizmên xwe yên mêr pêşniyaz bikin, em ê we ji kar derxînin.” 

Rayedarên Talîbanê yên ku li Efganistanê desthilatdar in, ji xebatkarên jin re gotine, “Li şûna xwe xizmên xwe yên mêr pêşniyaz bikin, em ê we ji kar derxînin.” 

Jinên ku berê di Wezareta Maliyê de dixebitîn, diyar kirin ku rêveberên Talîbanê bi wan re têkilî daniye û ji wan xwestiye ku li şûna xwe, navê xizmekî mêr pêşniyaz bikin.

Demeke kin piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’ê de desthilatdarî bi dest xist, nehişt jin di karên dewletê de bixebitin û ew şandin malê û mûçeyên pirr kêm dan wan.

Jinên ku bi şertê ku nasnameya wan veşartî be, ji rojnameya Ingiliîz The Guardianê re axivîn ev agahi dane.

Dîrektora Cîbicîkar a Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sıma Bahous, berê agahî parve kiribû ku sînordarkirina karkirina jinan tê texmînkirin ku bibe sedema zirara aborî.

Lêkolera li yekîneya mafên jinan a di Human Rights Watch (HRW) de Seher Fetrat jî got: "Talîban xwedî dîrokek tinekirina jinan a di civakê de ye, ji ber vê yekê ev ne sosretek e ku nû were bihîstin."

Halê hazir welat di nava krîzeke giran a aborî û mirovî de ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, niha 20 mîlyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Zêdetirî 9 milyon kesan ji dema hatina Talîbanê ya li ser desthilatê, koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.