Jin Jiyan Azadî nayê qedexekirin

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 02:35

ROZA METÎNA / AMED

Jinan diyar kirin ku li dijî biryara qedexekirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ew ê her tim li qadan bi vê dirûşmê dengê xwe bilind bikin û gotin :” Jin Jiyan Azadî nayê qedexekirin. Çimkî ev dirûşm faktoreke azadiyê ye. Jinên berxwedêr bi vê dirûşmê hewl didin bi awayekî xurtir xwe bi jiyanê ve bigirin.”

Midûriyeta Polîsan a Amedê li ser biryar û daxwaza Walîtiya Amedê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” qedexe kir. Tevgera Jinên Azad bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Pira Deh Derî ya Amedê çalakiyek li dar xist. Polîsan beriya çalakî dest pê bike ji jinan re bi awayek devkî ragihand ku dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi hinceta “Propaganda rêxistinê” hatiye qedexekirin û ji jinan hat xwestin ku ev dirûşm neyê berzkirin. 

Hatice Goktepe û Mizgîn Karataş têkildarî qedexekirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” de diyar kirin ku ev dirûşm bûye sembola jinên cîhanê û ew vê qedexeyê qebûl nakin. 

Jin Jiyan Azadî bûye sembol 

Hatice Goktepe da zanîn dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li cîhanê bûye sembolek û wiha got:”Zihniyeta ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexe dike dijminê jinê û dijminê kurdan e. Ev di heman demê de derketina li dijî têkoşîna jiyanê ya jinên cîhanê ye. Ji ber ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ êdî bûye malê jinên cîhanê û bûye sembola jinên cîhanê. Îro ne tenê li ser vê axê li cîhanê yek ji têkoşîna girîng têkoşîna li ser felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî ye’. Ev dirûşm gotina hevpar a hemû kesên tên çewisandin e. Zihniyeta vê dirûşmê qedexe dike zihniyeta darbekar e. Her wiha ev zihniyeta qeyûm e jî. Em vê biryarê qebûl nakin û em ê li her qadên jiyanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz bikin.”

Jin Jiyan Azadî nayê qedexekirin

Mizgîn Karataş jî da zanîn dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin lê ev dirûşm ji bo jinan hêvî ye û wiha pê de çû:” Jin Jiyan Azadî nayê qedexekirin. Çimkî ev dirûşm faktoreke azadiyê ye. Jinên berxwedêr bi vê dirûşmê hewl didin bi awayekî xurtir xwe bi jiyanê ve bigirin. Jin hewl didin bi vê dirûşmê civakeke azad biafirîne. Têkoşîna jinan bi salan bûye kabûsa zihniyeta mêrane. Loma jî bi tecawiz, bi kuştin û bi qedexeyan hewl didin têkoşîna jinan asteng bikin. Loma em dikarin bibêjin ku cinayetên li hemberî jinan jî polîtîk in. Biryara qedexeya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ jî polîtîk e. Li hemberî vê jî bi têkoşîna jinê û bi azadiya jinê wê civakeke azad pêk were. Niha sîstema heyî ji jinên azad û ji civakek azad ditirse. Lê belê ev sîstem çiqas hewl bide jinê bi qedexeyan asteng bike jî lê wê nikaribe dengê jinê qut bike. Li dijî van qedexeyan di 25’ê Mijdarê de jî em bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan bûn û em ê her tim jî bi vê dirûşmê li qadan dengê xwe bilind bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.