Jin jiyan azadî formûla azadiyê ye

Şemî 16 Îlon 2023 - 00:05

  • KJK'ê bang li xelkê kir da ku tevlî çalakiyên salvegera şoreşa 'Jin jiyan azadî' bibin. Wê ji dewleta Îranê jî xwest ku dawî li zextên li dijî jinan bîne û xwest Zeyneb Celaliyan bê berdan.

Komîteya Tifaq û Têkiliyên Demokratîk a KJK'ê bang li her kesî kir ku di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Amînî de beşdarî çalakiyên şoreşa 'Jin jiyan azadî' bibin.

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

Rastiya 'Jin jiyan azadî' ku beriya bi salan ji aliyê Rêber Apo ve hate bilêvkirin, par van rojan bû qîrîna azadiyê û mifteya bi sêhr a jiyanê ya jinên Îranî. Jin jiyan azadî peymana gotina jinan e ku sedsala 21'ê bike sedsala şoreşa jinê. Ev paradîgma navê wê felsefeyê ye ku wê civakê, jinan, çandan ji kiryarên koletiyê yên desthilatdaran rizgar bike, bi pêşengiya jinê jiyanê bi azadiyê ava bike. Jin jiyan azadî, îro veguheriye karakterekî gerdûnî ku formula jiyan û azadiyê ye ji bo jinan. 

Li dijî polîtîkayên dijminane yên dewleta Îranê ku li ser jiyan, beden, fikir û keda gel û jinan ava kiriye, jin bi çalakiyên radîkal rabûn ser piyan, beşên civakê hemû tevlî van çalakiyan bûn û jinan îsbat kir ku nasname û hêza pêşeng a şoreşên civakî hemûyan e. Van çalakiyan bi daxwaza maf û azadiyê ya jinên li Îranê dest pê kir, û ji cureyên berxwedanê hemûyan ên beriya niha hêzên alîgirê guhertinê pêk anîbûn, cuda ne. Em vê rastiyê baş dizanin, di nava wan şert û mercan de ku sîstema paşverû ji holê nehatiye rakirin, nehatiye guhertin, tişta bi serê Jîna Amînî hat bi hêsanî dikare bê serê her kesî. Jinan diyar kir ku ew êdî naxwazin bi zora desthilatdariyê bijîn; wan şêweyê jiyanê yê ku vê sîstema zayendîperest ava kiriye, red kir.

Komkujî bi dawî nebe azadî nabe

Ji bo me jinan êdî neçarî ye ku hesab ji mêrantiya zordar a qirêj bê pirsîn, ev mejiyê zalim ê ku bûye bela li serê jinan, gelan, çandan û xwezayê ji holê rakin û ji bo vê jî xeteke têkoşînê biafirînin. Dirûşma Jin jiyan azadî ku li dijî olperestî, zayendîperestî û desthilatdariya mêr, jin gihand hev, îsbat kir ku bûyerên bi serê jinan de tên li her derê mîna hev in. Li dijî bûyerên qetilkirina bi rêbaza qetilkirina Jîna Amînî ku her roj li devereke cîhanê rû dide, divê em aliyên xwe yên hevpar hîn bêhtir bibînin, dest û mil bidin hev, li dijî vê sîstema mêr a barbar ku rê datîne ber azadiya me, divê em ji doh bêhtir hîn bi xurtî bibêjin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku her cûre zext, tundî û kuştina jinê, komkujî neyên bidawîkirin, jiyan azad nabe, sîstem demokratîk nabe. Bi vê wesîleyê di serî de ji rejîma Îranê ya dijminê jinê re, ji hemû desthilatdaran re yên ku jiyanê li jinan dikin zindan, mafên wan ên jiyana azad xesp dikin, bi zora desthilatdariyê jinan dixin zindanan, dixwazin bi îdamê teslîm bigirin, bi polîtîkayên olperest û zayendîperest dixwazin rê li ber jinê bixin, em vê yekê dibêjin. Têkoşîna jinê rewa ye, mafdar e! 

Bi xurtî tevlî çalakiyan bibin

Ji bo çalakiyên ku di salvegera yekemîn a şoreşa 'Jin jiyan azadî' de bêne lidarxistin, di serî de jin em bang li her beşeke civakê ya azadîxwaz û demokratîk dikin ku bi rengekî çalak tevlî bibin. Her wiha diyar dikin ku şoreşa jinê kêliyek nîne, divê têkoşîn, piştevanî her timî bin; lewma em bang li hemû kesayet û tevgerên jinê yên alîgirê azadiyê dikin ku dengê xwe tevlî çalakiyan bikin, tevkariyê û piştevaniyê mezin bikin. Li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê, em soza ji bo jiyana di bedewiya 'Jin jiyan azadî' de dubare dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.