Jiberxwekirin li Arjantînê qanûnî bû

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 31 Kanûn 2020 - 07:43

  • Li Arjantînê têkoşîna jinan kir ku dewlet mafê kurtajê qanûnî bike.

Senatoya Arjantînê piştî hevdîtinên 12 saetan, mafê kurtajê yanî jiberxwekirinê qanûnî kir. Bi vî rengî Arjantîn bû welatê yekê yê Emerîkaya Latîn yê ku mafê kurtajê qanûnî kir. 

Heta niha tenê di encama ducanîbûna ji ber destavêtinê û metirsiya li ser jiyana dayikê, destûra jiberxwekirinê dihate dayin. Pêşnûmavê qedexeyê bi dawî dike û heta hefteya 14'an a ducanîbûnê mafê jiberxwekirinê dide jinan. Qanûn her wiha tevdîrên pêwîst ên bêpere dide jinan. Di dema dengdana li senatoyê de 38 senatoran dengê 'erê', 29 senatoran dengê 'na' da û senatorek jî bêalî ma.

Arjantîn bû yekemîn welatê herî mezin ê Emerîkaya Latîn ê ku vî mafî qebûl dike. Jiberxwekiri li hin eyaletên Meksîka, Ûrûgûay û Kubayê qanûnî ye. Li El Salvador, Hondûras, Nîkaragûa û Haîtiyê jiberxwekirin bi temamî qedexe ye.

Beriya dengdana li Senatoyê hem alîgir hem jî dijberên mafê jiberxwekirinê, çalakî li dar xistin. Kongreya Arjantînê beriya niha pêşnûma qanûnên li ser naskirina mafê kurtajê red kiribû. Di dengdana dawî de hikûmetê piştgirî da pêşnûmayeke bi vî rengî.

BUENOS AIRES

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.