Nebraskayê jî jiberxwekirina zarokê qedexe kir

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 24 Gulan 2023 - 03:26

  • Eyaleta Nebraskayê jiberxwekirina zarokê piştî hefteya 12´an a ducanîbûnê qedexe dike, erê kir.

 

Li DYE´yê, eyaleta Nebraskayê jî pêşnûma qanûna ku jiberxwekirina zarokê piştî hefteya 12´an a ducanîbûnê qedexe dike, erê kir.

Waliyê Nebraskayê yê komarî, Jin Pillen pêşnûma qanûna ku heftiya bihurî li meclîsa eyaletê hatibû êrêkirin, îmze kir. Li gorî qanûna doh kete meriyetê, ji derveyî tecawîz, ensest û rewşên awarte yên tibî, ji 12 hefteyên diucanîbûnê jortir, jin wê nikaribin zarokê ji ber xwe bikin.

Derbarê pêşnûmeyê de berdevka Qesra Spî, Karine Jean-Pierre li ser hesabê xwe yê Tiwitterê helwêsta xwe nîşan da û got, “Rayedarên komarî yên li Nebraskayê, qedexeyeke jiberxwekirina zarokê derxist û ev qedexe wê nexweşxane û bijîjkan bixe metirsiyê. Di heman demê de wê ev zagon jiyana jin û tedirûstiya wan bixwe metirsiyê.” 

Par Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî "biryara Roe-Wade" ya sala 1973’yan betal kiribû ku bi destûrî mafê jiberxwekirina zarokê li seranserê welêt garantî dikir. Bi vê biryarê re, jiberxwekirina zarokê êdî ne mafê destûrî bû.Qanûnên li ser mijarê ji însiyatîfa eyaletan re hatin hiştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.