Ji Tirkiyeyê qedexeyeke din!

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Mijdar 2024 - 16:05

  • Festîvala Filman a MUBI divê duh na pêr dest pê bikira. Weke filmê destpêkê filmê derhêner Luca Guadagnino ê bi navê "Queer" divê bihata nîşandayîn lê Qeymeqamiya Kadikoyê film qedexe kir.

 Li hemberî vê qedexeyê amadekarên festîvala MUBI bertekek mezin nîşan dan û bi temamî festîvalê betal kirin.MUBI li ser "MUBI Fest İstanbul 2024" ji ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û got, "Di biryarê de tê gotin ku 'di fîlm de naveroka provakatîf heye ku ev yek aştiya civakî dixe nava xetereyê, ji ber ewlehiyê hatiye qedexekirin.' Baweriya me ew e ku ev qedexe destwerdaneke ku sînoran dide ber azadiya ramanê û hunerê. Festîval ew kar in ku pircureyiya huner û çandê pîroz dikin, mirovan tînin ba hev û li wir nefes digirin. Ev qedexe, ne tenê filmekî, hemû festîvalê ji armanca wê dûr dixe. Ji ber vê yekê em wekî MUBI dixwazin li gor daxwaza temaşevanên xwe tevbigerin û em bi xemgînî radigihînin ku me MUBI FEST Îstabul bi temamî betal kiriye."MUBI sipasiya hemû hunermend, temaşevan û piştgirên xwe kiriye û gotiye, "Ji bo parastina azadiya ramanê û xweîfadekirina bi hunerî, emê helwesta xwe ya di vî warî de bidomînin." Li aliyê din MUBI diyar kiriye ku ji bo îadekirina pereyên bilêtan ewê paşê agahiyê belav bikin.

Filmê ‘Queer’
Derhêner Luca Guadagnino ji romana William S. Burroughs ev film saz kiriye. Film li Festîvala Fîlman a Venedikê hat nîşandayîn. Serlîstikvaniya fîlmî Daniel Craig dike. Craig rola leşkerekî serketî dilîze ku di rola xwe de evrîndarê leşkerekî baregehê yê tilyakkêş bûye. Bûyer di salên 1940'an de li Meksiko City derbas dibe. Dîrektorê Festîvala Venedîkê Alberto Barbera bi gotinên "Ev performansa herî serketî ya Craig e" û bi gotina "Filmê Guadagnino ê herî serketî ev e" pesnê filmî dabû. DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.