Ji tecrîdê re êdî bes e

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 03:15

SERHAT ARARAT/STRASBOURG

 

Xwepêşanderên çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Komîsyona Ewrûpayê (KE), berbi avahiya CPT´ê ve meşiyan, doza azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û dovîzên li ser wan nivîsandî  “Mafê hêviyê ji bo Ocalan” hilgirt.

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo bidawîkirina tecrîda şidandî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya KE´yê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê, çalakiya rûniştinê duşemê hatibû destpêkirin. Çalakiya girseyî du roj li pey xwe hiştin. Endam û pêkhateyên FCDK-KAWA, FED-GEL, Tevgera Jinan a Başûrê Elmanyayê, Hozan Diyar û Deniz Deman û gelek kesên din di koma çalakî doh dewr girtî de cihê xwe girt. 

Di çalakiyê de siyasetvan Tahir Koçer peyivî û got, “KE û CPT ji bo Rêbertiya me ya ku 19 meh in em ti agahiyê jê wernagirin, tevî hewldanên me xwe tev nadin. Lazim e wezîfeya xwe bi cih bînin. Heta ku KE û CPT dengê me bibihîzin, dest bi hewldanan bikin, em ê bi dengekî bilind daxwazên xwe îfade bikin.”  

Piştre li ser navê TJK-E´yê Helene Dersim axivî û got, ew tecrîdkirina Ocalan û bêbextiya navneteweyî qebûl nakin. Wê got, hêzên navneteweyî qirkirinê ferz bikin, ew ê berxwedana xwe ya li dijî qirkirinê di sedsala 21´ê de dewam bikin. 

 

Ber bi CPT’ê ve meşiyan

Piştî daxuyaniyê, xwepêşander ji ber avahiya KE´yê ber bi avahiya CPT´ê ve meşiyan. Di dema meşê de wan bi sloganên xwe doza azadiya fizîkî ya Ocalan kir û sloganên "Bijî Serok Apo", "Jin Jîyan Azadî" jî gotin. Wan her wiha bêparhiştina Ocalan ji “mafê hêviyê” rûreş kir û xwest Ocalan bê serbest kirin.  Îro nûnerên PYD, PJAK, Tevgera Azadî, CÎK, FEDA, nûnerên rêxistinên Êzîdiyan û yên TEV-ÇAND´ê çalakiyê dewam dikin. Pêncşemê jî ji welatên Belçîka, Holanda, Luksemburg û Fransayê komek wê çalakiyê dewam bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.