Ji mafê dermankirinê bêpar hatin hiştin
Yekşem 19 Hezîran 2022 - 22:24
- Dewleta Îranê, du girtiyên siyasî yên Kurd ln ji bajarê Şino, Ezîz Qadirtac û Kemal Quytasî ji mafê dermanbûnê bêpar hiştine.
Dewleta Îranê, du girtiyên siyasî yên Kurd ln ji bajarê Şino, Ezîz Qadirtac û Kemal Quytasî ji mafê dermanbûnê bêpar hiştine. Ezîz Qadirtac û Kemal Quytasî li girtîgeha bajarê Nexedê ji ber êşa pişt û zenda xwe nehewisin, lê veguheztina wan a nexweşxaneyê tê astengkirin.
Li gorî ajansa Kurdpayê, çavkaniyan daye zanîn jibilî vê, "Ezîz Qadirtac û Kemal Quytasî, di girtîgehê de li ser erdê dirazên û berpirsên girtîgehê textên razanê bo wan dabîn nakin."
Kemal Quytasî û Ezîz Qadirtac 14´ê Hezîranê ji hepsa Şinoyê vegheztin a Nexedê. Herdu jî 28´ê Gulanê piştî ku ew vexwendibûn "dadgeha şoreşê" ya Şino hatibûn girtin. Herdu jî beriya wê bi tohmeta "endambûn û hevkariya bi yekê ji partiyên Kurdî re" hatibûn ceza kirin. Dadgeha rejîma Îranê ya li Şino her yekî 3 sal cezayê hepsê li wan birrîbû.
NAVENDA NÛÇEYAN