Ji Îtalyayê hembêzkirina şoreşa jinê
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:30
Peyamên piştgiriya ji bo jinên li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk têdikoşin, dewam dikin. Ji Rete Jin a Îtalyayê peyamek piştgiriyê ji bo jinan hat.
Peyamên piştgiriyê yên ji bo jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrîşan liberxwe didin, her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji jinên piştgiriyê dide Laura Quagliuolo ya ji Rete Jin Îtalya ye.
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hember çeteyên girêdayî dewleta Tirk liberxwe didin. Piştgiriya ji bo jinên berxwedêr jî, her ku diçe zêdetir dibe. Jin ji gelek deverên dinyayê peyamên piştgiriyê dişînin. Yek ji van jinan jî, Laura Quagliuolo ya ji Rete Jin Îtalya ye. Laura Quagliuolo, ji bo ku piştgiriya xwe ya bi jinên berxwedêr re, peyamek şand.
Em gelek tişt ji şoreşa jinê fêr bûn
Laura Quagliuolo bi bîr xist ku jin li hember êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Hevalên hêja, em dizanin ku ev ji bo we demeke pir dijwar e û erîşên dewleta faşist a Tirk her ku diçe girantir dibin. Em jî dizanin ku hêza we mezin e û hûn dizanin ku hûn ê çawa liber xwe bidin. Em li Îtaliyayê gelek tişt ji şoreşa jinê fêr bûn û her roj jî fêr dibin.”
Em ê şoreşê biparêzin
Laura Quagliuolo ragihand ku ew ê piştgiriya xwe ya bi jinan re bidomînin û wiha got: “Em ê bi hemû derfetên xwe şoreşê biparêzin. Hûn ne bi tena serê xwe ne. Bi hevaltî û hembêzkirina mezin. Serkeftin.”
NÛJINHA/ÎTALYA