Ji dêvla insanan pisîk xêz kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Kanûn 2022 - 05:42

  • Hunermendê Japonî yê bi navê Utagawa Kuniyoshi ji dêvla li ser texteyên çapkirî yên “ukiyo-e” insanan xêz bike, bala xwe dide pisîkan û pisîkan teswîr dike. Ev yek tiştekî balkêş bû, lewma beriya wî kêm kesan li Japonyayê ev pisîk kiribûn mijara hunerê xwe.

XASÊ CÛNÊ

 

Pisîk ji mêj ve bi insanan re heval in û ew hatine kedîkirin. Heta hin kes dibêjin, pisîkan mirov kedî kirine. Ji berê de têkiliya wan û insanan bi hev re heye û ev çend hezar sal in bi hev re dijîn. Lê wekî din di huner de jî pisîk bûne îlhama hunermendan û hunermendên di bin tesîra wan de mane, ew xêz kirine. Tenê ne li Ewrupayê her wiha li hin welatên din jî pisîk bûne mijara hunerê şêwekaran. Em di tabloyên gelek hunermendan de pisîkan dibînin, her wiha gelek hunermend jî rasterast pisîk kirine mijara hunerê xwe û ew xêz kirine. Em behsa pisîkên li Misra kevin û teswîr kirina wan bikin, em zêde dûr biçin. Ji ber wê em ê meseleya xwe bi hunermendekî Japon  sînordar bikin.  

Li Japonyayê di sedsala 6’an de keşeyên Budîst ji Çînê pisîkan tînin. Ji ber ku pisîkên li Japonya bi destê keşeyan hatine welat, Japonî wan weke heywaneke taybet dibînin. Ew di demeke kin de populer dibin li Japonyayê û pirr ji wan tê hezkirin. Hingî ji wan tê hezkirin, wan li ser “ukiyo-e” teswîr dikin. Wextekî, ev “ukiyo-e” li Japonyayê pirr navdar bûn û texteyên çapkirî bûn, yanî hunermendan li ser texteyan hin resm xêz dikirin û çap dikirin. Hunermendê bi navê Utagawa Kuniyoshi (1798-1861) jî pirr ji pisîkan hez dikir. Ji lewma jî wî “ukiyo-e” yên ku li ser wan resmên pisîkan hebûn, çap kirin.

Li mîtolojî û çîrokan guhdarî kir

Utagawa Kuniyoshi di serdema “Edo” de, li bajarê ku niha weke Tokyo tê zanîn, dijî. Di temenekî ciwan de hunerê xwe bi pêş dixe û zû tê naskirin. Nexasim jî weke hunermendê “ukiyo-e” tê naskirin. Ew li ber destê hosteyê navdar Utagawa Toyokuni fêrî hunerê “ukiyo-e” dibe. Piştî demekê, ji cem hoste vediqete û bi serê xwe vî karî dike. Her wiha navê “Kuniyoshi” jî wî zemanî li xwe dike û ew bi vî navî bêhtir tê zanîn. Kuniyoshi, li çîrokên ku di nav xelkê de dihatin gotin, guhdarî dikir, çîrokên gel yên anonîm ketin bexçika wî. Her wiha bala wî li ser mîtolojiyê bû. Wî di hunerê xwe de ji çîrok û mîtolojiyê sûd wergirt û li ser texteyan teswîr kir. Piştî demekê, ew di vî warî de bû hosteyekî çê û xelkê bêhtir qedrê wî girt.

Pisîk teswîr kirin

Kuniyoshi, tiştekî ku berê nehatibû ceribandin kire mijara hunerê xwe. Ew ji hin rêgezên berê aciz bû û dixwest derkeve derveyî hin qalibên heyî. Ji lewma jî wî pisîk li ser texteyan teswîr kirin û paşê jî ev pisîkên xwe yên teswîrkirî çap kirin. Beriya ku ew van pisîkan teswîr bike, bêhtir insan dihatin teswîrkirin û mijarên tabloyan insan bûn. Çaxê wî ev pisîk teswîr kirin, eynî weke tabloyên ku insan tê de cih digirin, xêz kir. Yanî wî ev pisîk bi awayekî rasteqîn û bi estetîkeke balkêş xêz kirin. Eynî weke ku insanan xêz bike. Di koleksiyona wî ya bi navê “Neko no atejî” de gelek pisîkên ku bi awayên cuda hatine teswîr kirin hene. Berhema wî ya bi navê “Cats Suggested as The Fifty-Three Stations of the Tōkaidō” (1850) ya herî tê zanîn e, wî bi riya vê berhema xwe, gelek nimûneyên pisîkan xez kirine û xebateke balkêş e. Pirtûka wî ya bi navê “Texteyên Japonî yên çapkirî yên Utagawa Kuniyoshi” gelek berhemên “ukiyo-e” dihewîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.