MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ / JÎNHA / HELEBCE

Arêz Ferheng di zaroktiya xwe de dema dayika wê berhem bi destan çêdikirin, li destên dayika xwe dinêrî, hînî çêkirina van berheman bû. Ew niha bi xwe çenteyên bi neqşên cuda çêdike.

Arêz Ferheng a li Helebceyê, di rêxistineke taybet de ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet, mamostehiya dersa Ingilîzî dike. Ji derveyî wê jî bi karên sinhetê destan mijûl dibe. Ev bûn 2 sal, ew çenteyên bi neqşên cur be cur çêdike û li ser medyaya dîjîtal dide nasîn. Xelk gelekî dixwaze berhemên wê bikire.

Arêz Ferheng dide zanîn ku destpêkê, wê weke mijûliyeke sinehetî dest bi karê neqişandinê kiriye û niha jê re bûye pîşe: “Ez pirr hez dikim ji karê neqişandinê, ez dikarim berhemên ku çêdikim li gorî werzan amade bikim. Ez cil û berg, çente, pêlîstokên zarokan û kel û pelên ciwankariyê dineqişînim. Xerîdar, karê min pirr diecibînin, gelekî dixwazin wan bikirin. Bi riya online ez van berheman difiroşim.”

 

Karekî cuda bi neqşên kevin

Arêz Ferheng, hewl dide karekî taybet û cuda bike. Ew dibêje, ji bo nasandina berheman medyaya dîjîtal cihekî baş e û wiha dipeyive: “Ez berhemên xwe di medyaya dîjîtal de didim nasîn û daxwazên xerîdaran jî online in. Ji bo çêkirina her berhemê, demek pêwîst e, ji ber ku ez hemûyan bi hûrgulî û hezkirin çêdikim.”
Arêz Ferheng dide zanîn ku destpêkê ew ji dayika xwe hînî sinhetê karên destan bûye û ji zarokatiyê ve li destên dayika xwe dinêrî û wisa hînî neqişandinê bûye: “Ez ji dayika xwe fêrî çêkirina çente û neqişandina wan bûme, dema min li destên dayika xwe dinêrî ez hîn dibûm. Min didît ku dikarim karekî cuda û xweşik bikim û berhemên cuda bi neqşên xwe çêkim.”