Ji bo parastina civakê Pargîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Mijdar 2023 - 00:20

  • Îbrahîm Feqe: Di Pargînê de em hewl didin ku em wan stranên efsaneyî minaqeşe bikin. Di heman demê de ji bo em çand û rêûresma xwe bigihînin nifşên nû, divê em sentezekê ava bikin da ku zarok rêûresma xwe nas bikin.

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Rêveberê Pargînê yê di bin banê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser de xebatên çandê dike, Îbrahîm Feqe diyar kir ku bi xebatên Pargînê ew dixwazin rêûresm, çand û dîroka civakê ya komînal lêbikolin, biparêzin û bigihînin nifşên li pey xwe.   

Ji 19’ê Tîrmeha 2012’an ve yanî ji destpêka Şoreşa Rojava ve li herêmê xebatên ji nû ve ava kirinê dest pê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Rêveberiya Xweser hat avakirin û li ser fikra Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan ku li hember pergala netewe dewletê ya kapîtalîzmê pêşniyaz kiribû, jiyaneke nû û wekhevparêz hat afirandin. Tevî êrişên Tirkiyeyê jî xebatên ji nû ve avakirinê ranewestiyan û roj bi roj gavên mezin hatin avetin. Yek ji van xebatan jî ya çand, hûner û lêkolîna dîrokê ye. Ji bo lêkolîna çand, ziman û rêûresmên gelên li herêmê dijîn di bin banê Komîteya Çand û Hunerî Rêveberiya Xweser de li gundekî Dêrika Hemko, Pargîn hat avakirin.

Pargîn, piştî avakirina xwe di nava 3 salan de li ser rêûresm, dîrok û çanda gelan, gelek xebat kirin û lêkolîn birin serî. Xebatên xwe jî bi klîbên muzîk û dîmenan parve kirin. Yek ji rêveberên Pargînê, Îbrahîm Feqe ye. Feqe li ser pêvajoya avakirin û girîngiya Pargînê dibêje, "Di çanda koçeran de kon hene ji kolana derdora kon re jî Pargîn tê gotin. Pargîn konan ji ava baranê diparêzê ji ber wê me jî navê saziyê kir Pargîn. Weke navê xwe me ji xwe re kir armanc ku Pargîn çanda me bi parêzê û nehelê tine bibe. Civaka Kurd ketiye ber qirkirina çandî. Ne tenê Kurd jî çanda Rojhilata Navîn ji ber şerab, gelek derbên texribatan xwarine. Ji ber wê jî pêwîstî bi saziyeke bi vî rengî hebû. Piştî Şoreşa Rojava destkêtî çêbûn. Ji bo çand û rêûresma wan bê naskirin û bigihîje nifşên nû di sala 2020'an de me ji bo parastina rlêûresman û dîrokê, bi navê Pargîn saziyek vêkir. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên li vir me ev sazî vekir. Me saziya xwe li Dêrikê, li gundekî ji bîr kirî, di xaniyekî ji axê de vekir. Ji ber ku germahiya gundan ji bajaran baştir e. Zarokên li wî gundî hatin saziyê, perwerde bûn û dest bi kar kirin. Bi derfêtên kêm û hêviyên mezin me dest bi kar kir. Ev 3 sal in em kar dikin. Di demên pêş de hewldanên me hene ku em şaxên Pargînê li herêmên din jî vêkin. 12 xebatkarên me hene. Hinek bi kamera, hinek bi cil û berg û produksiyon û belgekirinê mijûl dibin."

Berhemên me divê xwe bisipêrin koka me

Îbrahîm Feqe ji bo girîngiya parastina çand, rêûresm û ziman ji bo gelan dibêje, “Pêwîst e em fêrî rêûresma xwe bibin. Koka me li wir e. Kurd bi kelepora xwe dewlemend in. Ji ber vê yekê, heke em dîrok û çand xwe nas nekin, weke civakên têk çûyî wê li me bê. Civaka ku dîroka xwe nas neke, rojane ye, paşiya roja wan nabe. Heke em bi hûner û berhemên xwe, xwe nespêrin koka xwe ya çandî, em ê bişibin civakên din."

Îbrahîm Feqe da zanîn ku ji bo nasîn û belgekirina rêûreman wan di 3 salan de gelek xebat bi pêş xistinê: “Piştî lêkolînan û axaftina li gel mirovên temên mezin, me dît ku civaka me şêwaza jiyanê afirandine, amûrên pê bijî û hûner afirandinê. Yanî me dît ku civaka me ji civakên derdora xwe re pêşengî kiriye. Me texmîn nedikir tiştekî wisa heye. Piştî ku me saziya Pargîn ava kir, me ev yek jî nas kir. Gumanên me yên ku civaka me ne xwedî çandeke serkêtiyê jî şikestin. Ji ber wê em dibêjin, çavkaniya avakirina mirovahiyê ya bi tevahiya nirxên xwe dîsa li ser vê axa me ye. Ev yek di encama xebatên me yên Pargînê de derketin holê." 

Çanda me wê bi ser keve

Li ser rola Pargînê weke rengekî xweparastina li dijî kapîtalîzmê jî, Îbrahîm Feqe dibêje, "Sîstema modernîteya kapîtalîst dixwazê ferdan binepixîne, ev çeka destê wan e û li dijî me bi kar tînin. Çanda me li ser kombûnê ava bûye. Weke nimûne, em dibêjin dengbêjî, dema yek dengbêjî dibêje, sed kes li derdora wê/î kom dibin. Çîrokbêjî û her wiha gelek mînakên bi vî rengî hene. Ev civak civakên komîn in. Pergala kapîtalîzmê li dijî van civakên komîn, nikare bi ser bikevê. Hewl dide bi bîrdoziyên lîberalîzmê ferdan binepixîne. Lê ev jî nikare bi ser bikeve. Li dijî vê pergalê em jî dê di nava civaka xwe de bi destar, çîrokbej û dengbêjiyê di konê civakên xwe de bin û bi berhemên nû xwe bispêrin wê civaka xwe ya komîn."

Rêzefilma Derwêşê Evdî

Ji rêveberên Pargînê, Îbrahîm Feqe da zanîn ku di demên pêş de li ser kevneşopiyê projeyên wan weke rêze film jî di nav de hene û projê û bernameyên xwe wiha ragihand: "Pargîn weke saziya lêkolîn û belgekirinê ye. Bi rêya berhemên dîtbarî, em dixwazin xwe bigihînin gelek kesan. Gelek berhemên weke stranan di nava Kurdan de belav bûnê, lê şiroveya wan a civakî, bawerî, felsefî û nihêrîna di warê jinan de nehatiye kirin. Di Pargînê de em hewl didin ku em wan stranên efsaneyî minaqeşe bikin. Di heman demê de ji bo em çand û rêûresma xwe bighihînin nifşên nû, divê em sentezekê ava bikin da ku zarok rêûresma xwe nas bikin. Derbarê vê de hewldanên me hene. Ji bilî vê yekê, projeya me heye ku em Derwêşê Evdî bixin rêzefilm. Ji ber ku ev jî di rêûresma me de navekî mezin e. Berhema me ya dawî Mendel li ser rêûresma Ereban bû. Di nav projeyên me yên salê de 8 xelekên li ser çanda Ereb û Suryanan jî hene. Di heman demê de em ê ji bo 3 stranên wan ên keleporî em ê klîban çêkin. Projeyeke me jî heye ku sala bê bi festîvaleke çandî û keleporî bi hemû gelan re di nava xwezayê de çêkin. Di heman demê de em dixwazin di sala bê de li herêma Ereban jî şaxên Pargînê vebikin."

Tesîreke erênî li civakê kir

Îbrahîm Feqe di dawiyê de dibêje, xebatên wan bandoreke erenî li civakê kirine: "Civaka me bawer nedikir ku hêzek di nava wê de peyda bibe û karibe tişta ji dest çûyî, vegerîne. Heke pêdiviya me bi 200 kesan hebe ji bo çalakî û bernameyên me, em dinihêrin, 500 kes beşdar bûne. Ji ber wê jî meriv dikare bibêje bandoreke mezin li civakê jî dike. Têkiliyeke germ di navbera berhemên Pargîn û civakê de heye. Hêviya me ew e ku li bakurê Kurdistanê, em karibin têkiliyê deynin kesên bi van karan re mijûl dibin û bi hev re xizmeta civaka xwe bikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.