Ji bo nifşên siberojê

Nûçeyên Jin

Sêşem 14 Adar 2023 - 04:26

VIYAN AMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Salîha Keleş a 48 salî a ji bajarê Qamişloyê, ev 20 sal in ku berhemên kevnar, çandî û folklorî berhev dike û hewl dide çand û mîrateyan biparêze û ragihîne nifşên siberojê.

Salîha Keleş anî ziman ku dewletên Kurdistan dagir kirine, hewl didin çand û dîroka Kurdî qir bikin. Wê got: “Bi feraseta yek, al, ol û netewê êrişî nirxên me yên madî û manewî dikin û nasnameya me tine dihesibînin. Dewletên dagirker di her warî de êrişî axa Kurdistanê dikin, wêran dikin û gelê Kurd parçe dike. Ev yek tesîrekê mezin li ser hest û mêjiyê Kurdan dike. Cihê ku dewleta Tirk dagir dike, yekser êrişî dîroka Kurdan dike ji bo ku çanda me tune bike, li dijî van yekan gelê Kurd her dem li ber xwe daye û dikaribûye hebûn û çanda xwe biparêze.”

Bi polîtîkayên taybet çandê tine dikin

Salîha Keleş diyar kir ku yên ku çand û dîroka neteweyan diparêzin dayik in û dewam kir; “Kurdistan welatekî kevnar e û dergûşa mirovahiyê ye. Cihên dîrokî ji aliyê desthilatdaran ve bi polîtîkayên taybet tên tinekirin. Ji lewre berhem û cihên Kurdan ên kevnar ji aliyê desthilatdaran ve her dem dibin armanca êrişan. Yên ku vê çandê diparêzin û ji nifşên siberojê re dihêlin, dayik in. Di her stran û dengbêjiya gelê Kurd de dîrok hatiye ziman. Heta niha jî dayik û dapîr li ber pitikên piçûk tim lorandine û bi vî awayî çand zindî maye.“

 

Berhemên dîrokî û çandî diparêze

Salîha Keleş behsa berhemên kevn ên ku ew berhev kiriye dike; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek derfet çêkir ku em bikaribin çand û dîroka xwe ji nû ve zindî bikin. Ez jî weke jinek Kurd bi hevjînê xwe re 20 sal in berhemên dîrokî berhev dikim. Berhemên dîrokî, em li ku derê bibînin, tînin û zindî dihêlin. Kesên ku tên mala min dibînin matmayî dimînin. Ez bi hezkirinek mezin vî karî dikim û bûye karê min ê sereke. Me gelek berhemên dîrokî berhev kirin. Hin berhem hene ku temenê wan digihîje sed salan. Armanca min a sereke ew e ku ez berhemên dîrokî û çandî biparêzim.”

 

Rejîmê nedihişt em darekê jî biçînin!

Salîha Keleş girîngiya çand û dîrokê jî bi van gotinan tîne ziman; “Jin girêdayî dîrok û çanda xwe ne. Dema em li dîrokê û niha mêze dikin, dibînin ku yên dîrok û çanda me diparêzin û diafrînin jin in. Têkiliyek xurt a jinan bi axê re heye loma jin cihê ku dijîn her dem şîn dikin. Jin xweşikiya di hundirê xwe de belavî derdora xwe dikin. Berê rejîma Baasê nedihişt em li ber mala xwe daran biçînin, ev êrişeke li hemberî çanda me bû. Di dema rejîmê de cihên me yên muzexaneyê tine bûn, ji ber ku rejîmê nedixwest em warê xwe xweş û bedew bikin.”

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.