Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdhejê banga kir ji bo seferberiyê. KNK´ê jî bi heman rengî bang kir da ku xelkê Kurd ji bo mexdûrên Erdgheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê seferber bibe. FEDA û CÎK´ê jî bang kir da ku xelk birînên ji ber erdhejê bi hev re bipêçe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdheja navenda wê li Bazarcixa Mereşê bi şida 7,7 û erdhejên Dîlokê, daxuyanî weşand. KCK’ê got, divê gelê Kurdistanê, û her kes bi ruhê piştevaniyê tevbigere: “Divê gel xwe li benda derfetên dewletê nehêle û birînên xwe bi derfetên xwe bipêçe.” 

KCK´ê ser saxî ji gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê re xwest û wiha dewam kir: “Bila rehma Xwedê li kesên wefatkirî bibe û şîfa xêrê em ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê xwe û ya her kesê erdhejê de bandor li wan bûye, parve dikin. Erdhejê bandor li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kiriye û gelek kesan wefat kiriye. Em heman hest û daxwazan ji bo xelkê xwe yê li Rojava û gelên Sûriyeyê jî parve dikin.”

 

Xemsariya desthilata faşîst

KCK´ê bal bire ser berpirsiyariya desthilata faşîst a dewleta Tirk a AKP-MHP*ê di zerarên erdhejê de jî û got, “Desthilatdariya AKP-MHP'ê her cara ku erd diheje, hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide, bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike. Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî erdhejê ti tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in desthilatdar e, heta niha ti tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin.”

 

Seferber bibin 

KCK*ê herî dawî bang li xelkê kir da ku xwe li benda alîkariya dewletê negire û ji bo alîkariyê seferber bibe: “Gelê Bakurê Kurdistanê û her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê divê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bi kar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe."

 

KNK´ê jî bang kir ji bo alîkariya bi mexdûran re

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber erdheja li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û banga seferberiyê kir: “Tevî ku erdhej bûyerek xwezayî ye jî, lê encamên polîtîkayên rejîma AKP-MHP'ê ye, ji ber ku bi salan e pisporan di vê mijarê de pêşbîniyeke bi vî rengî li ser heman herêmê dikirin. Lê, rejîma AKP-MHP ti tedbîr di warê teknîkî de û ne di warê ewlekariyê de negirtin. Polîtîkaya wan bû sebeba karesateke bi vî rengî. Sûçdarên wê karesatê hikûmet û polîtîkaya Erdogan e.

Careke din em bangewaziyê di serî de li gelê xwe û saziyên navdewletî yên bi alîkariya mirovahî dikin ku bi erkên xwe rabin, demildest ji bo alîkariya mexdûran tevbigerin û destê alîkariyê di her warî de dirêjî mexdûran bikin."

 

´Em birînên xwe bi hev re bipêçin´

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ji ber erdheja li Bazarcix û Elbistanê bang li her kesî kir ku piştevaniyê bikin. 

FEDA'yê bang li her kesî kir da ku piştgiriya mexdûrên erdhejê bike û got, "Em êşa gelê xwe ya ji ber erdhejê ji dil parve dikin. Derdê wan derdê me ye, em ê hewl bidin birînên xwe bi hev re bipêçin."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî banga piştevaniyê kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku ji aliyê madî û manewî ve piştgiriya mexdûrên felaketê bikin. Em bang li civaka xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî vê felaketê bi her awayî alîkariya madî û manewî bikin ji bo mexdûrên erdhejê.”

NAVENDA NÛÇEYAN