Ji bo ku Kobanê bi şanoyê şa bibe

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Çile 2023 - 03:43

Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a Kobanê dewreyeke perwerdê ya derçûna aktorên şanogeriyê vekir.

25 kes tev li dewreya perwerdê bûn. Di perwerdê de endam wê dersên teorîk û pratîkî ji hêla koma taybet bi şanoyê ya ji Qamişloyê wergirin. Dewre wê 3 mehan dewam bike.

Kom, 10 rojên destpêkê yên dewreyê wê ji kesên behremend vediqetîne û wan li ser xebata şanogeriyê ya di Roja Şanoyê ya Cîhanê de perwerde bike. Piştre li pêş xelkê, li ser dika Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner wan xelat bike.

Armanca çavdêran ji vê yekê ew e ku sektora şanoyê li Kobanê zindî bibe û ruhên wê bi rêya tevlêbûna endamên nû, di warê şanoyê de nû bike, bi taybetî li Kobanê. Ji ber li Kobanê endamên Navenda Baqî Xido yên şanogeriyê kêm in.

Çavdêrê li ser dewreyê, Salih Îsmaîl da zanîn ku wan ev dewre ji bo derçûna beşek ji aktorên dikarin nûnertiya Kobanê di mihrîcanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi rê ve biriye. Ji ber ku li Kobanê her sal mihrîcana Arîn Biskên Aştiyê li dar dikeve. Ji lew re pêdiviya vî bajarî bi gelek komên şanogeriyê heye.

Salih Îsmaîl di dawiyê de bang li nifşê ciwan ê li Kobanê kir da ku tev li her dewreyeke perwerdê li Kobanê bibin, ji ber ku pêdiviya bajêr bi welatiyên wê heye.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.