Ji bo gundên Kurecikê seferberî

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 02:03

ARAT ARARAT

Meclîsa Kurecikê ya Navneteweyî (UKM), ji bo birînên erdeha li Kurecikê bipêçe, dixebite.

Girêdayî nahiyeye Kurecikê ya ser bi navçeya Akçadag a Meletî, 24 gund hene û beşeke mezin a Kurecikiyan an li welatên Ewrûpayê yan jî li metropolên Tirkiyê dijîn. UKM, ji bo alîkariya erdhejzedeyan seferber bûye. Ji ser Maseya Krîzê ya li gundê Kepezê ya Kurecikê, ji roja yekê alîkarî tê şandin. UKM, ji aliyekê kampanya alîkariyê dimeşîne, ji aliyekî din jî heyeteke ji rêveberên Komeleya Kurecikiyan ji bo destnîşankirina pêdiviyan di cih de bibîne, çûye herêmê.

Ji sedî 70 hilweşiya

Endamê Desteye Rêveber a UKM’ê Îsmet Çelîk got;’’Li gorî agahiyên muxtarê gundan, ji sedî 70’î malan hilweşiyane. Nêzî ji sedî 20’ê malan bi xisar in û nayên bikaranîn. Bi tenê ji sedî 5 an jî 10’ malan dikarin bên bikaranîn. Ji bo tespîtkirina rewşê UKM’ê heyetek avakir. Ev heyet pêr dest bi kar kir. Heyet wê serdana gundên Kurecikê bike, serdana kesên birîndar û malbatên erdhejzedeyan bike. Herwiha wê zirarên li gundan tespît bike, li gel muxtar û rûsipiyên gundan rûnê, tiştên ku UKM û komeleyên me di dema dirêj dikare çi bike, tespît bike.’’

Ciwanên me rê vekirin

Çelîk destnîşan kir ku ew rêyên ku ji ber berfê hatibên girtin, ji aliyê ekîbên hatin avakirin, hatin vekirin û got;’’Roja destpêkê Komeleya Piştgiriya Civakî ya Kurecikiyên li Stenbolê, li gel Weqfa Akçadag-Elbistanê (AK-EL), 2 tirên ku bi amûrên jiyanî barkirî, ber bi Kurecikê şand. Di heman demê de herçiqasî hate xwestin bigîhên gundan û agahiyekê ji wan bistînin jî, hema bêje rêyên hemû gundan girtîbûn. Ji roja diduyan pê ve ji ciwanan û xwediyê traktoran ekîb hatin çêkirin û dest bi vekirina rêyan hate kirin. Roja sisêyan derveyî Amuklu, rêyên hemû gundên Kurecikê hatin vekirin. Roja 4’an rêya hemû gundan vebûn. 

Dewlet encex roja 5’an hat

Çelîk îşaret bi wê yekê kur ku piştî vekirina rêyên hemû gundên Kurecikê, alîkariya vekirina gelek gundên Darende û Akçadagê jî kirine û destnîşan kir ku ji roja destpêkê ve di navbera HDP’ê ya Meletî û maseya krîzê ya UKM’ê danûstandinek çêbûye û xebateke bi koordîne meşandine. Di dawiya roja 3’an de tireke şaredariya Kirşehîrê ya bi amûrên jiyanî barkirî, hatiye depoya maseya krîzê ya li Kurecikê û bi navê dewletê encex di roja 5’an de Alîkarê Qeymaqemê Akçadagê karîbûn serdana maseya krîzê bikin. 

Kampanyaya alîkariyê didome

Çelîk alîkariyên ji bo herêmên erdhejê hatine komkirin jî destnîşankir û got;’’UKM di 14’ê Sibatê de ji bo maseya krîzê ya li Kepezê, ji bo maseya krîzê ya HDP’ê, ji bo MAL-ÇEP’ê, ji bo Weqfa AK-EL’ê, ji bo Komeleya Kurecikiyan a Stenbolê û ji bo Komeleya Pîr Sultan Abdal a li Meletiyê, bi giştî 15 hezar Euro alîkarî kiriye. Ji 20’ê Sibatê û pê ve, di hesabê me yê alîkariyê de bi giştî 65 hezar Euro kom bûye.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.