• Berdevkê fermî yê rêxistina Dad û Geşedanê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Zêdan El-Qenaî bang li hikûmetên Ewrûpayê kir da ku rêxistina Gurên Boz di hundirê Elmanya, Fransa û Birîtanyayê de qedexe bikin.

Rêxistina Dad û Geşedanê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê piştgirî da biryara hikumetên Elmanya, Fransa û Awusturyayê ya qedexekirina rêxistina Gurên Boz di hundirê dewletên Yekîtiya Ewrûpayê de.

Berdevkê fermî yê rêxistina Dad û Geşedanê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Zêdan El-Qenaî di daxuyaniyeke çapmeniyê de bang li hikûmetên Ewrûpayê kir da ku komeleyên dewleta Tirk û rêxistina Gurên Boz di hundirê Elmanya, Fransa û Birîtanyayê de qedexe bikin û wan weke rêxistinên terorîst a navneteweyî ragihînin. 

Rêxistinê destnîşan kir ku Rêxistina Gurên Boz xetereyeke mezin e li dijî ewlehiya dewletên Ewrûpayê û bi taybet ji ber ku rêxistineke nijadperest, tundraw û dijberî neteweyên din e. Rêxistinê bang li rayedarên Ewrûpayê kir da ku der barê destwerdana çalakiyên tundraw ên rêxistina Gurên Boz û komeleyên Tirk li Ewrûpayê de lêkolînên berfireh bikin. Nexasim derbarê kesên ku tevlî nav refên çeteya DAIŞ`ê bûne û berpirsên wan rêxistinan in ku çalakiyên terorê li dijî Fransayê û gelek dewletên Ewrêpayê, kirine.

ROJHILATA NAVÎN