Ji bo Demokrasî û Azadiyê civiyan

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 6 Adar 2022 - 22:21

  • Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya li paytexta Elmanyayê Berlînê, di roja diduyan de doh bi mijara 'Muxalefeta Civakî' dewam kir. 

Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya li paytexta Elmanyayê Berlînê, di roja diduyan de doh bi mijara 'Muxalefeta Civakî' dewam kir. 

Rûniştina doh yanî ya 2'an, bi tevlîbûna 17 komele û insîyatîven ku têkoşîna heq û dadê dikin, bi moderatoriya Dr. Nîl Mutluer a akademîsyen dest pê kir.

Li konferansê li ser navê Dayikên Aştiyê, Nafiye Yîgît axivî, diyar kir ku dayikên Kurd bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û li gel vê jî ew bêgav dimînin ku cenazeyên zarokên xwe sarincokan de veşêrin.

Yîgît got, ''Cenazeyên zarokên me bi kargoyê ji me re şandin'' û bang li parêzerên mafê mirovan kir da ku destekê bidin aştiyê.

Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan jî got, desthilata berdest nikare aştî, aramî û dadê bîne û ji ber vê jî divê tifaqên heyî werin geşkirin.

Ferît Şenyaşar ku li gel diya xwe Nobeta Dadê didomîne, bal bire ser wê yekê ku di komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de kesek jî nehatiye girtin û got, ''Li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê, ez û diya xwe me dest bi berxwedanê kir.''

Mehmet Ozkan, bavê Hogir Ugur ku kurê wî di komkujiya Pirsûsê de şehîd bûye, got, divê tifaqa demokrasiyê were geşkirin.

Problem desthilat e

Li ser navê Inîsiyatîfa Dayikên Şemiyê Masîd Ocak jî Nobeta malbata Şenyaşar bi bîr xist, got 9'ê Adarê Nobeta Dadê ya Şenyaşaran salekê li pey xwe dihêle û bang kir da ku her kes tevlî çalakiya 9'ê Adarê ya li ber avahiya edliya Rihayê bibe.

Ji Inîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan, Ugur Karataş bal bire ser girtiyên nexweş û got, ji hezar û şeşsed gitiyên nexweş, rewşa 600'î giran e.

Karataş diyar kir ku problema girtîgehên Tirkiyeyê bi berxwedana derve û biryardariya malbatên girtiyan, dikare çareser bibe.

Li ser navê Federasyona Komeleyên Elewî yên Demokratîk, Mehmet Bayrak jî got ew ê heta dawiyê li dijî cihêkariya li dijî Elewiyan têbikoşin. 

Li ser navê CÎK'ê, Serokê Giştî yê CÎK'ê Ahmet Turhallî bal bire ser tundiya li ser Kurdistanê û got ,''Problem ne ji Îslamê ye, ji desthilatê ye.''

Du rûniştina yekê ya konferansê de pêr, akademîsyen Yektan Turkyilmaz weke beşdarê konferansê, bal bire ser wê yekê ku pêngava herî girîng a vê gavê ji bo Tirkiyeyê ew e ku daxwaza demokrasiyê ji aliyê beşeke mezin ve were bipêşxistin. Turkyilmaz got, ew konferansê weke lêkolîn û pêşengiya vê yekê dibîne û wiha dewam kir, “Ez bawer dikim ku konferans wê bigihîje armanca xwe. Ji ber ku bi ‘rêyên ku hatine ceribandin’ ne gengaz e ku mirov bigihêje cihekî nû. Mitabeqata peymanên şeşan li Tirkiyeyê wek alternatîfekê dibînim. Hemû pêkhateyên li Tirkiyeyê hêzên cuda aktîf dikin, ya girîng ew e ku ruhê vê konferansê li Tirkiyeyê dînamîkekê çalak bike."

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin konferansê dewam dikir û hîna encamnameya wê nehatibû eşkerekirin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.