Ji bo Bafil Talabanî banga suîkastê

În 27 Îlon 2024 - 02:45

Roja ku Bafil Talabanî gotî Barzaniyan,’’Kurd û Kurdistan firotine dijmin’’, Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Tirk ê berê Îsmaîl Hakki Pekîn di qenaleke Tirkî de ya bi navê Haberturk TV de, bi rengekî aşkere ji bo Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî banga suîkastê kir.

Serokê berê yê Îstîxbarata Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn beşdarî bernameya bi navê 'Gerçek Fîkrî Ne' ya bi moderatoriya Eren Egîlmez a li Haberturk TV bû û banga sûîqestê kir.

Pekîn bal kişand ser peymana 'ewlekariyê' ya 15'ê Tebaxê ku di navbera Enqere û Bexdayê de hate mohrkirin û got, "Peymana ku Tirkiyeyê bi Iraqê re kir peymaneke gelekî girîng e. Heman tiştî divê em li vî alî jî (Sûriyeyê) bikin. Efedîm, Bafil Talabanî filan tişt kiriye. Bila ji dewreyê bê derxistin. Yanî eger pêwîstî pê hebe bila sûîqest li hemberî wî bê kirin."

Pekîn ji ber hişyariya ji studyoyê hat got, "Hûn ê nekin, hûn ê bi hinekî din bidin kirin" û bi vî rengî li rê û rêbazên sûîqestê yên dewleta Tirk mikur hat.

Balkêş e ku eynî rojê Bafil Talabanî vîdeoyeke par ve kiribû û di vê vîdeoyê de amaje bi malbata Barzanî kiribû ku ‘’Kurd û Kurdistan firotine dijmin’’. Banga suîkastê piştî vê gotina Talabanî ya li ser Barzaniyan hatibû. Ev jî nîşan dide ku têkiliyên Barzaniyan û dewleta Tirk di çi astê de ne û nîşan dide ku gotina Bafil Talabanî çawa di cih de ye.

Ev pêlek ku dewleta Tirk dixwaze YNK’ê jî weke malbata Barzanî bike hevkarê dagirkeriya xwe ya ser Başûr, ji ber vê jî serê çendekê dewleta Tirk weke gefê li YNK’ê bixwe suîkastên terorî yên bi ‘SÎHA’yan li Silêmanî dike. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.