Ji ber volkanê 14 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 5 Kanûn 2021 - 23:21

  • Li Îndonezyayê li rojhilatê girava Cava li Semeru ji ber teqîna volqanîk herî kêm 14 kes mirin.

Li Îndonezyayê li rojhilatê girava Cava li Semeru ji ber teqîna volqanîk herî kêm 14 kes mirin. Vokan li gorî saeta deverê doh saet 15:00’an teqiya. Li gorî agahiyên Rêveberiya Karesatê 14 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Komên rizgarkirinê yên çûn herêmê dest bi xebata xelaskirina mirovan kir.

Hate zanîn ku 10 kesên ku asê mane hatine rizgarkirin.

Rayedarên herêmê dibêjin, herî kêm 57 kes birîndar in û ji vana 41 kes jî di laşê wan de şewat çêbûye. Piştî teqînê, xelkê herêmê malên xwe terikandin.

Par jî li Semeru volkan teqiyabû û bi hezaran kesî ji ber teqînê herêm terikandibû. 

CAKARTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.