• Li gundewarên bajarê Rojhilatê Kurdistanê Serdeştê ji ber teqîna mayînê şivanek bi giranî birîndar bû. 

Li gundewarên bajarê Rojhilatê Kurdistanê Serdeştê ji ber teqîna mayînê şivanek bi giranî birîndar bû. 

Ji ber şerê 8 salan ê Îran û Iraqê, gelek mayîn û teqemenî li herêmên ser sînor ên Rojhilatê Kurdistanê mane û heta niha jî erdên bi mayin nehatine paqijkirin. Ji ber wê jî salê bi dehan Kurd pê li wan dikin, birîndar dibin yan jî canê xwe ji dest didin.

Hate ragihandin ku Hêmin Îbrahîmî yê şivan, yê ji gundê Şelmaş a Serdeştê, dema li nêzî gundê Doletû pezê xwe diçêrand, pê li mayînekê kiriye.

Di encama teqîna mayînê de şivan bi giranî ji lingê xwe ve birîndar bû.

Xelkê deverê, piştî bûyerê ji bo dermankirinê Hêmîn Îbrahîmî birin nexweşxaneya Ûrmiyê.

ÛRMIYE