Ji ber kolekirinê tenê 6 meh ceza

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 24 Tîrmeh 2021 - 05:34

Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê pêr biryar da ku 6 meh cezayê din ê hepsê li cezayê DAIŞ´iya bi navê Omaima Abdi zêde bike ji ber kolekirina jinên Êzîdî. Beriya wê jî dadgehê ji ber endametiya DAIŞ´ê 3 sal û nîv cezayê hepsê lê birrîbû. Yanî dadgehê tenê 6 meh ceza li DAIŞ´iyê birrî ji ber ku du jinên kolekirî yên Êzîdî li mala xwe dane xebitandin.

Rojnamevana kanala televizyonê Al-Aanê ku bernameya Al-Akhbar çêdike, Jenan Moussa ji telefona wê ya destan a ku ketibû destê QSD´ê, têderxistibû ku ew di nava DAIŞ´ê de bûye. Jenan Mousa da ser şopa wê û derxist holê ku ew vegeriyaye Elmanyayê, li bajarê Elmanyayê weke ku tiştek neqewimîbe dimîne. 

Piştî bernameya Jenan Moussa doz li Omaima Abdi hat vekirin û di encamê de 3 sal û nîv ceza lê hat birrîn. Niha 6 meh cezayê din ê hepsê ji ber kolekirina jineke Êzîdî lê hat birrîn. 

Di jinên Êzîdî weke kole bi kar anîne

Di dema dozê de Omaima Abdi li xwe mikur hat ku wê du jinên Êzîdî li reqayê weke kole bikaranîne. Yek ji wan jî keçeke 13 salî bûye. Di dema dozê de wê bi dev doza efûyê kir. 

Yek ji jinên kolekirî ku Omaima Abdi ew kiribû kole jî di dema dozê de li dijî wê peyivî. Wê got, "Ew luksa ku Omaima Abdi dibêje, ´ew dixwaze wê dema DAIŞ´ê ji bîr bike´, ji bo wê nîne, ew ne dikare DAIŞ´ê ji bîr bike û ne jî berê xwe weke Omaima Abdi bide siberojê: "Ew derfeta me nîne, em ê ti carî nikaribin wê ya hatî serê me ji bîr bikin. DAIŞ´ê em tine kirin ji ber dînê me û em kirin kole ji ber ku em jin bûn."  

Omaima Abdi 

Poşmaniya bi derewan

Li gorî rayedarên Elman, Omaima Abdi niha diçe cem rêxistineke Elman a bi navê Legato ku qaşo wê deradîkalîze dike û ji îdeolojiya DAIŞ´ê dûr dixe. 

Lê mirov dikare behsa gumanan ji vê bike. Kesekî ku ji bo destekê bide Omaima Abdi beşdarî rûniştinên dozê bû, Bernhard Folk bû. Ew jî yek ji Îslamîstên tundraw e. Wekî din jî wî bang li xelkê kir da ku destekê bidin "jina Denis Cuspert".

Ev zilamê ku destekê dide DAIŞ, El-Qaîde û Talîbanê, carekê jî bi parêzerê Omaima Abdî, Tarig Elobied re li parkekê rûnişt, û pê re peyivî. Ev têra xwe gumana çêke jî, delîlên din hene ku nîşan didin, poşmaniya Omaima Abdi ne jidil e.

Di dema dozê de şahideke ji polêsê Hamburgê got, Abdi hem ji çûna Sûrî û hem jî çêkirina zarokekî ji fermandarê DAIŞ´ê yê Elman Denis Cuspert gelekî serbilind bûye. Şahidê got, “Wê [Abdi] got, pirr kêfxweş bûm (li Sûrî)], ji tiştî ne poşman im, her tişt ji ber sedemekê diqewime.”

Sedema ku Omaima Abdi ya îro 37 salî bi demdirêjî kolekirina jineke Êzîdî qebûl nekiriye jî, diyar e ku kumreşiya wê bûye. ji îfadeyan diyar dibe ku wê nexwestiye koleyeke Êzîdî demdirêj bigire, ji ber ku nexwestiye mêrê wê Denis Cuspert li ber çavê wê dest biavêje koleyê. Jixwe gava mêrê wê xwestiye jina diyê bîne, ew dev jê berdide. Piştî hingê ne bi gelekî jî mêrê wê di şer de tê kuştin.

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.