Ji ber govendê ji kar avêtin
Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 21:39
- Li Zanîngeha Kirmaşanê, piştî merasîma mezûniyetê, rêveberiya zanîngehê ji govenda Kurdan aciz bû û 7 mamosteyên zanîngehê ji kar avêtin.
Li Zanîngeha Kirmaşanê, piştî merasîma mezûniyetê, rêveberiya zanîngehê ji govenda Kurdan aciz bû û 7 mamosteyên zanîngehê ji kar avêtin.
Merasîma mezûnbûnê ji mêj çêbûye; 1´ê Hezîranê, beriya ku germa dijwar xwe li bajêr ferz bike. Merasîm li Fakulteya Tibê bi rê ve diçe.
Dîmenên vê merasîm û şahiyê, hîna nû hatin belav kirin û bi carekê li seranserê Îranê li wan hat temaşekirin.
Rêveberiya zanîngehê jî li ser vî dîmenî dît ku tevî xwendekaran 7 mamosteyan jî govenda Kurdan gerandiye. Ji ber ku jin û mêr di govendê de bi hev re direqisin, qaşo rêveberiya zanîngehê aciz bûye. Lê jixwe govenda Kurdan bi rengekî din nabe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mafê Mirovan a li Norwêcê radigihîne, rêveberiyê sedema ji kar avêtinê, “govenda jin û mêran bi hev re” û “hîcaba şaş” a jinan di merasîmê de nîşan daye. Rayedarên zanîngehê îdîa kirin ku merasîm bê destûr hatiye kirin û pêl “xetên sor” ên zanîngehê hatiye kirin
JI ber van zextên bi vî rengî yên rejîma Îranê doh wekî din li seranserê Îranê çalakiyên jinan ên li dijî ferza hîcabê hebûn.
NAVENDA NÛÇEYAN