Di rojnameya Junge Welt de dîrokzan û rojnamevan Nick Brauns li ser komandoyekî artêşa Tirk ê ku li cihên dagirkerî yên li Bakurê Sûrî, nexasim li Şehbayê wezîfe kiriye, nûçeyek amade kiriye. Ev komandoyê artêşa Tirk ji Elezîzê ye û navê wî jî di nûçeyê hatiye guhertin. Ev leşkerê komando 23 salî ye û dibêje, ew bi eslê xwe Kurdê Elewî ye. Ew nîvê Hezîrana bihurî direve û pena xwe digihîne Elmanyayê. Li Elmanyayê wî doza penaberiyê kiriye.    

Di nûçeyê de navê wî Dursun Celik jî be, rojnamevan ev nav ji xwe lê kiriye, û navê wî yê rastî vedişêre. Leşkerê komando yê artêşa Tirk îdîa dike ku wî nexwestiye êdî berpirsiyariya sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li dijî xelkê li deverên dagirkirî hilgire, ew ji artêşê reviye. 

Wî doza xwe ya penaberiyê li Hamburg kiriye. Ji niha ve ew qaçax e û parêzerê wî Mahmud Erdem jî dibêje, heger wî vegerînin Tirkiyeyê, herî kêm 5 salan ew ê bikeve hepsê.

 

Zilmê li Kurdan dikin

Li gorî agahiyên ku parêzerê wî dide, ev leşkerê komando îdîa dike ku sala 2020´an piştî ku leşkeriya xwe ya mecbûrî diqedîne, "ji aciziyê û tirsa ji bêkarmayînê" mircaet kiriye ku bibe endamê komandoyên "Kumşîn (Mavî bereliler)". Ew piştî perwerdeyeke gelek mehan li bajarê Babê tê wezîfedarkirin. Dewleta Tirk ji sala 2017´an ve ev bajar dagir kiriye. Ew dibêje gelek leşkerên li vir di tîma wî de ji Gurên Boz ên faşîst bûne. Ji tirsa wî jî silava faşîstan daye. 

 

Serê salê ji artêşê direve

Di îfadeya xwe ya ji bo penaberiyê de vî leşkerê komando gotiye, "Kumşîn, li bakurê Sûriyê bi ser gundên Kurdan de digirin, êşkencê li kal û pîran dikin, û ciwanan direvînin."

Yekîneya wî Kurdên deverê ji berê ve weke "terorîst" dîtine. Ew dibêje, wî bi xwe dîtiye çawa di dema "operasyonên paqijiyê" de mirovên hatine girtin, "wenda bûne“.  

Ew dibêje, nîvê 100 komandoyên di yekîneyê de dudilî bûn ji ber şer û karê dikin.

Destpêka salê ew izna xwe bi kar tîne û tê gundê xwe. Ew hingê biryarê dide ji leşkeriyê bireve. Ew dixwaze ku doza wî ya penaberiyê weke ya leşkerên Rûs ên ku ji leşkeriyê direvin, bê qebûlkirin.

HAMBURG