Jê hez kiriye !

Rêşad SORGUL nivîsand —

pêncşem 23 tîrmehê 2020 - 00:00

  • Bifikirin ku hûn bi kesekî re ne, wexta biqewime û hûn hinekî sînorên wî yên desthilatê derbas bikin ew dikare we bikuje; îca hûn ê çawa jê hez bikin, bihêlin hezkirinê çawa pê re bijîn.

Li Rojhilata Navîn, nexasim jî li Tirkiyê her roj jin têne kuştin. Zilam jinan dikujin. Ne tenê kuştin, destavêtin, destdirêjî, dizî, derew, talan û desteserkirin. Bûyerên bi vî rengî her diçe zêde dibin û bi heman naverok xwe dubare dikin. Di warê zêhnî û jêder de bûyerên sereke yên me wan bi nav kir têkiliya wan bi hev re heye. Lê di nava germola jiyana rojane de dîtina vê zehmet dibe. Mîna her bûyerek ji ya din cuda diqewime. Lê ya rastî, serê kaniyê yek e, û ji serî ve ava kaniyê şîlo diherike.
Li bajarê Mûgla yê Tirkiyê jinek bi navê Pinar Gultekîn hat kuştin. Kesê wê kuştî qaşo hevalê wê yê berê Cemal Metîn Avcî ye. Avcî (Nêçîrvan) li nezaretxaneyê di jêpirsînê de li xwe mikur hat wî Pinar Gultekîn kuştiye. Îca binêrin di îfadeya xwe de çi dibêje; “Ji ber krîza hesûdiyê, ez pê re pevçûm û hingê mir. Min xwest meytê wê veşêrim, tine bikim (…) Min pir jê hez kiribû, ez neçar mam. Ez gelekî poşman im. Nêta min a kuştinê tinebû…” Di van çend gotinan de rastiya bûyerê hemû heye. Heke em weke libê tizbiyê yek bi yek bi van gotinan dakevin em ê bigihên çavkanî û jêdera bûyerê.
Em ji paşnavê wî destpê bikin. Avcî ango nêçîrvan. Li herêma me gelek mirov bi vî rengî navan li zarokên xwe yê nêr dikin. Ew nêr in ji bo kêr in, lê di heman demê de serjê dikin. Ji lewra navê wan şêro, piling, baz û hwd. in. Civaka lê mejiyê zilamê serdest desthilat e, çandek xwe ya welê heye. Dîsa 14ʼê Tîrmehê li Mûşê Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan hat kuştin û birayê wê Mîr Bedirxan Ayaz got, xuşka wî bi zora civakê hatiye kuştin, lewma jî kujer ne tenê kesek e. Li vir rastiya Ayaz qal dike ew e, mejiyê zilamê serdest xwe weke jehrekê çizirandiye nava mûrehkên civakê û bi bandora xwe, tişta mirov naxwazin bikin jî dikin. Gelek mînak di vî warî de hene û jixwe ev xweber naqewimin, ev bi desthilat û sîstemê re têkildar in, û ji ber vê sîstematîk in.
Ya din jî kujer qala hesûdiyê dike. Em dikarin vê hesûdiyê weke çavnebarî û zikreşiyê jî fêhm bikin. Her çiqasî di nava gotinan de ji alî maneyê ve nuans hebin jî di bingehê xwe de digihîjin hev û ev karekterê desthilatê rave dikin. Erê, desthilat hesûd e. Doza heq û fethê dike. Li ser vî bingehî hez dike. Yan jî bi gotineke din navê hezkirinê li vê têgîna dijberê hezkirinê kiriye. Ne tenê dijberê hezkirinê, dijminê wê ye. Ew di çarçoveya desthilata xwe de heta dawiyê jê hez dike û dema his dike wê nebe ya wî, pirr bi hêsanî dikuje. Paşê jî li ber dikeve. Liberketina wî ji wê yekê ye ku di desthilata xwe de bi ser nakeve. Jixwe kujer dibêje, ew neçar maye. Ji ber ku ew bawer dike ku divê wî ev bikirana. Li vir eşkere ye, weke amûrekî desthilata serdest a nêr tevdigere û di vê pozîsyonê de ew bi xwe jî qurban e. Li vir aliyê din ê seyr ew e, ev rewş li cem piraniya civakê bi vî rengî ye. Belkî xwe li her derê bi heman rengî nîşan nade, lê di cewher de weke hev in. Îca jin dema hişyar bibe û vê tabloyê bibîne, wê çawa bikaribe di paxila potansiyelkujeran de bi evînê şa bibe. Bifikirin ku hûn bi kesekî re ne, wexta biqewime û hûn hinekî sînorên wî yên desthilatê derbas bikin ew dikare we bikuje; îca hûn ê çawa jê hez bikin, bihêlin hezkirinê çawa pê re bijîn. Mîna ku mirov neçar bimîne bi kujerê xwe re bijî an jî bimîne.
Gelên bindest jî di vî warî de rewşa wan dişibe rewşa jinê. Ji ber ku desthilat di roja me ya îro de nêr in, pir zêde li mêr û jinê napirsin weke hev dibînin. Lewma jî desthilat destdirêjker in, kujer in, talanker in, desteserker in, fetihker in, dizek û derewker in. Ji lewra jî çawa ku jin nabe bi kujeran û potansiyelkujeran re xewnên evînê bibîne, gel û civak jî nikarin bi desthilatan re rûyê jiyaneke xweş bibînin. Ev dewlet destdirêjker û kujer in. Bila kes xwe nexapîne û hêviya jiyaneke xweş ji wan neke.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Qirker e!
9 îlonê

Kar û zirar
2 îlonê

Birînên diaxivin
29 tîrmehê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.