• Hêzên rejîma Îranê serê vê hefteyê, bi ser buroya weşanxaneya bi navê Neşrê Başûr de girt. 

Hêzên rejîma Îranê serê vê hefteyê, bi ser buroya weşanxaneya bi navê Neşrê Başûr de girt. Wan di heman demê de bi ser mala gerînendeyê weşanxaneyê Mihemed Miradî Nasirî de jî girt. 

Li gorî agahiyên Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê, 7’ê Sibatê hêza îstîxbarata Pasdarên Îranê, yanî Îtlaetê bi ser buroya weşanxaneya Kurdî de û gerînendeyê wê de girt. Wan nava buro û mala Nasirî sehî kir û gelek tiştên wî yên şexsî û yên weşanxaneyê desteser kirin. Di nava van de telefona destan û komputerên şexsî û kar jî hene.

Hat zanîn ku ji bo gerîna li nav mala Nasirî, ti biryara dadgehê nebûye û Îtlaetê ji bo biserdegirtin û gerîna li nava malê ti sedem jî ji Nasirî re negotiye.

Li gorî agahiyên Tevnê, van rojên dawiyê, Îtlaetê wekî din telefonî nivîskar û helbestkarên Kurd kiriye û gef li wan xwariye.

Mihemed Miradî Nasirî Neşrê Başûr sala 2018’an damezrandibû û ew bi xwe jî nivîskar û wergêr e li Îlamê.

Weşanxaneya wî heta niha qederê 100 kitêbî weşandine û yek ji weşanxaneyên herî naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê.

Weşanxane di heman demê de her sal xelata bi navê Başûr dide kesên xizmeta ziman û wêjeya Kurdî dikin. 

Ev ne cara ewilî ye ku hêzên Pasdaran û Îtlaet bi ser weşanxaneyê de digirin. Sala 2019’an jî hêzên rejîma Îranê bi ser weşanxaneyê de girtibû û avahiya wê sehî kiribû. 

NAVENDA NÛÇEYAN