• Li ser rêya sereke ya Sine-Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima Îranê pêr gule li ciwanekî 15 salî reşandin û ew qetil kirin. Di heman êrişê de jineke ciwan jî birîndar bû

Li ser rêya sereke ya Sine-Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejima Îranê pêr gule li ciwanekî 15 salî reşandin û ew qetil kirin. Di heman êrişê de jineke ciwan jî birîndar bû.

Kolbernewsê da zanîn ku pêr li ser rêya Sine-Merîwanê wesayîteke barhilgir a mirîşk tê de, wergeriya. Piştî ku welatî li cihê bûyerê kom bûn, hêzên rejîma Îranê gule li welatiyan reşandin.

Hat zanîn ku di encamê de fîşekek li sînga Aras Qadir 15 salî yê ji gundê Pîçûne ket û wî li wir can da. Her wiha jineke ciwan jî birîndar bû.

Cenazeyê Aras Qadir li Tiba Edlî ya Merîwanê ye û heta nûçeya me dihat amadekirin jî cenaze radestî malbatê nehatibû kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN