Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê van 2 heftiyên dawî bêhtirî 90 kesî hatine girtin. KMMK'ê gotm, herî dawî 4 hawîrdorparêz jî hatine girtin û di nava du hefteyan de hejmara kesên girtî bûye 92.
Li gorî KMMK'ê artêşa îdeolojîk a Îranê û hêzên îstîxbaratê û pasdarên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî parazvanên mafê mirovan û hawîrdorparêzan operasyonan dikin. KMMK'ê diyar kir di van operasyonan de şidet tê bikaranîn, destûra edlî jî nîne. KMMK'ê ji devê malbatên girtiyan, got, ''nayê zanîn bê ka li kuderê têne girtin''. Yanî aqûbeta girtiyan jî nediyar e.
KMMK'ê got, ''Ji ber şideta serwîsên îstîxbarî, nayê zanîn bê ka li ku derê girtî ne, derheqê ewlehî û tendiristiya wan de fikar hene.''
KMKK'ê got, hin malbat pirr kurt dikarin bi telefonê axivin, lê hingê jî destûr nîne bi Kurdî biaxivin. Li gorî KMMK'ê li Mehabadê 13, li Bokanê 24, li Nexedeyê 10, li Pîranşarê 8, li Mêrîwanê 9, li Sinê 7, li Kirmaşanê 5, li Sarv Abad a Hewramanê 6, li Rabatê 3, li Seqizê 4 û li Îlamê jî kese hatine girtin. Lê nayê zanîn ka pirraniya wan birine ku.
NAVENDA NÛÇEYAN