Îranê 7 jîngehparêz ceza kirin

În 20 Gulan 2022 - 22:48

  • Îranê cezayê hepsê li heft endamên kampanyaya “Jiyaneweya Kurdistan”ê birrî.

Îranê cezayê hepsê li heft endamên kampanyaya “Jiyaneweya Kurdistan”ê birrî.

Merziye Muradveysî, Sîrwan Ebdulahî, Etaula Reza Rebab, Mehdî Seyfî, Ferdîn Rehîmî, Qan`i Xatirî û Elî Elaveysî endamên kampanyaya “Jiyaneweya Kurdistan”ê ne. Liqê 1´ê yê dadgeha Şoreşê ya bajarê “Sine” bi serokatiya dadwer “Se`îdî” li ser hev 14 sal cezayê girtîgehê li wan birrî.

Dadgehê ew 7 welatiyên Kurd bi tohmeta “propagandeya li dijî nîzamê” û “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” û “pêkanîna kampanyaya jiyaneweya Kurdistan”ê tohmetbar kirin. Li yer yekî ji van jîngehparêzên Rojhilatê Kurdistanê 2 sal cezayê hepsê bi vî awayî hat birrîn.

Ew 7 welatî par, bêyî ku belgeyeke qanûnî hebe, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin. Û piştî bidawî hatina heyama lêpêçînnê, bi danîna barimteyê, demkî heta dema dadgehkirinê hatibûn azadkirin.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.