Girtin û binçavkirina welatî, xwendekar, rojnameger, mamosta û aktivîstan ya li Rojhilat û Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve dewam dike. 4 kesên din hatin binçavkirin.

Rejîma Îranê ji 8’ê Çileya 2021’an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêngavek girtin û binçavkirina, xwendekar, aktivîst, mamosta, rojnameger, hunermend û welatiyan daye destpêkirin.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê pêr mamostayek, rojnamevanek û 2 welatiyên din li bajarên Şino û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma ve hatine binçavkirin.

Çavkaniyê ragihand ku rojnameger û berpirsê heftenameya Agrîn Roj Mehmud Mehmudî di 31’ê Çileyê de li Sine hatiye binçavkirin.

Herwiha 30’ê Çileyê jî mamostayê bi navê Ezîz Qadirtac li Şino hatiye binçavkirin. Heman rojê jî welatiyên bi navê Wahîd Şêx Mehmudî yê xelkê gundê Elî Awa û Ferîdun Bayezîdî yê xelkê Şino jî hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyan heya niha zêdetirî 100 xwendekar, mamosta, welatî û aktivîst ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û aqûbeta wan nayê zanîn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ