Înîsiyatîfê ji siyasiyan re nehêlin

Duşem 27 Çile 2025 - 03:20

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû li ser kampanya 'Milyonek îmze ji bo aştiyê' axivî ku wê TBMM’ê re ragihînin û got:"Weke HDK ku têkoşîna demokrasiyê ya saziyên civakî yên sivîl û demokratîk dimeşînin û platforma têkoşîna hevpar e, dibêjin ku ev mesele meseleyeke civakî ye, daxwaza aştiyê divê ne tenê bi înîsiyatîfa siyasiyan bê meşandin, daxwaza aştiyê ya li nava civakê bê bilindkirin û ji bo xwedîderketina li vê daxwazê me dest bi kampanya îmzeyan kir. Bêguman ev hejmar sembolîk e. Em ê hejmarê nedin pêş, li şûna vê yekê em ê hewl bidin xwe bigihînin hemû beşên civakê û jê re ragihînin bê aştî çiqasî girîng e. Em dixwazin bikin ku civak daxwaza aştiyê bilêv bike, xwedî lê derkeve û di vê mijarê de israr bike." Kenanoglû işaret bi bandora siyaseta şer a li ser civakê kir û got:"Li cihekî ku buhayê fîşekê tê pirsîn hûn nikarin buhayê nan bipirsin. Lewma budçeya polîtîkayên li ser ewlekariyê û polîtîkayên şer bandorê li mûçeyê kêmtirîn û mûçeyê teqewîtan dike. Em dixwazin van hemûyan bi civakê re parve bikin û bikin ku civak paşeroja xwe ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêle."

Desthilatdarî neçar ma

Kenanoglû destnîşan kir ku gel li samîmiyeta desthilatdariyê dipirse û got:"Mirov pirsên 'Hûn baweriya xwe bi dewlet, desthilatdariyê tînin an na?' li me dikin. Bêguman ew der maseyeke bazariyê ye. Ji ber vê jî ji têkiliyeke baweriya ji hev wêdetir, diyar e ku desthilatdarî ji neçarî, ji ber bûyerên herêmê li dora maseyê rûniştî ye. Di vê demê de wê diyar bibe ku di kîjan astê de wê bersiv ji van daxwazan re bê dayin û bicihanîn."

Em ê derfetê aştiyê mezin bikin

Alî Kenanoglû got, weke HDK û pêkhateyên wê ew aliyê diyarker ê vê pêvajoyê nînin, lê belê ji bo tevkariyê li vê pêvajoyê bikin wê têbikoşin û got:"Aliyên pêvajoyê diyar in. Yên ku dest ji çekên berdin, yên ku bangê bikin diyar in. Di vê pêvajoyê de ji bo xizmetê ji aştiyê re bike çi ji destê me bê em ê bikin. Lê belê divê ev yek bê destnîşankirin; ev mase ne maseyeke welê ye ku li ser daxwazê hatiye avakirin, ji ber vê jî wê bazarî bê kirin. Em ji aliyê xwe ve, weke parêzvanên aştiyê îhtimala aştiyê ji sedî 1 jî be ji bo vê yekê mezin bikin em ê têkoşîna xwe xurt bikin."

ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.