Hûsiyan dîsa êriş kir

Nûçeyên Cîhan

Şemî 20 Çile 2024 - 04:55

Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê cara 5’an navend û baregehên Hûsiyan bombebaran kirin. Hûsiyan jî ragihand ku wan keştiyeke DYE’yê li Kendava Adenê kiriye hedef.

Rayedarekî koma Ensarullah (Hûsî) hişyarî da ku heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya û Îsraîl êrişên xwe li Yemenê firehtir bikin, ew ê jî êrişên xwe berfirehtir bikin û armancên wan rasterast bikin hedef. Heman rayedarî diyar kir ku keştî û hebûna leşkerî ya li Deryaya Sor, wê bibin armancên êrişên wan. CENTCOM’ê jî ragihand ku koma Hûsiyan pêncşemê 2 moşekên balîstîk avêtine keştiyeke wê, lê her du jî li nêzî keştiyê ketine avê, bêyî ku zirar û windahî çêbin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.