
- Ji pêşengên tevgera mafê dengdayînê ji bo jinan Sylvia Pankhurts di heman demê de hunermendeke jêhatî ya rengên avî û lêkolînereke çand û hunerê bû; li dijî dagirkeriya Îtalyayê ya Etiyopya jî ew gelekî çalak bû.
Sylvia Pankhurst navekî girîng ê têkoşîna ji bo mafê dengdanê yê ji bo jinan bû li Ingilistanê. Ew herwiha di warê antîfaşîzm û antîkolonyalîzmê de jî yek ji pêşengan bû. Lê aliyê wê yê hunermend gelek caran tê jibîrkirin. Ew hunermendeke jêhatî ya resmên bi rengên avî boyaxkirî bû. Lê hunerê wê û doza wê ji hev ne dûr bûn; wê nexasim portreyên jinên karker di hunerê xwe de xêz kir û portreyeke wê bi xwe jî di nava berhemên wê yên navdar de ye.
Sylvia Pankhurst 1882´yan jidayik bû; bavê wê Richard Marsden Pankhurst bû û dayika wê çalakgereke ji bo mafê dengdanê ji bo jinan bû li Ingilîstanê, Emmeline Goulden Pankhurst. Sylvia Pankhurstê ji sala 1906´an û pê ve tevahiya wexta xwe tevî dayik û xwişka xwe ji bo çalakgeriya ji bo mafên jinan terxan kir, di nava rêxistina Women’s Social and Political Union (Yekîtiya civakî û siyasî ya jinan). Lê bala wê di heman demê de li ser tevgera karkeran jî bû.
Wê sala 1912´an East London Federation of Suffragettes (Federasyona Rojhilatê Londonê ji bo mafê dengdanê yê jinan-ELFS) damezrand. Wê navê vê rêxistinê paşê kir Federasyonan ji bo Mafê Dengdanê yê Jinan û paşê jî weşanên Women´s Dreadnought û Workers´ Dreadnought - kovareke ku pişta sosyalîzma înternasyonal digirt - derxistin.
Sosyalîsta înternasyonalîst
Koma her çû bêhtir berê xwe da çepgiriyê û ji bo demekê navê komê bû, “Partiya Komunîst, Beşa Brîtanî ya Însternasyonala Sisiyan (CP-BSTI)”. Lê kom di rastiyê de ti carî nebû beşa Brîtanî ya Înternasyonala Sisiyan. CP-BSTI li dijî Partiya Komunîst a Brîtanyaya Mezin bû, wê parlamentarîzm red dikir.
Axir tevî vê jî, wê muhim dît ku di nava heman tevgera Bolşevîkan de be û partiya xwe fesix kir. Lê wê demeke dirêj xwe di nava Partiya Komunîst de nekarî bigire. Gava ku partiyê jê xwest Workers Dreadnought bi xwe bi rê ve nebe û bide ber destê rêveberiya partiyê, wê ev red kir. Li ser vê jî ew ji partiyê hat avêtin.
Lê çalakgeriya wê ya di nava tevgere çepgir-komunîst de wan dewam kir. Ew bi Lenin re pev çûye û wê pişta komunîstên weke Amadeo Bordiga û Anton Pannekoek girtiye.
Di dawiyê de bû antîkolonyalîst
Lê piştî nîvê 1920´an wê berê xwe da tevgera antîfaşîst û antîkolonyal. Gava Îtalyayê Etiyopya dagir kir, wê sala 1936´an navê Workers´ Dreadnought kir The New Times û Ethiopia News. Ew bû yek ji piştgirên Haile Selassie, melikê Etiyopyayê yê li dijî dagirkeriya Îtalî şer dikir. Wê ji bo nexweşxaneya hînkeriyê ya Etiyopyayê pere berhev kirin û li ser huner û çanda Etiyopyayê gelek nivîs weşandin. Encamên lêkolîna wê a li ser huner û çanda Etiyopyayê weke kitêb bi navê Ethiopia, a Cultural History li Londonê sala 1955´an hat weşandin. Sala 1956´an tevî kurê xwe wê mala xwe bar kir Etiyopyayê û li paytexta wê Addis Abeba rojnameya mehane ya bi navê Ethiopia Observer damezrand. Wê 27´ê Îlona 1960´î li Addis Abebayê wefat kir. Di nava vê jiyana xwe ya çalakgeriyê de jî wê gelek berhemên hunerî li pey xwe hiştin. Portreyên jinên karker û portreya wê bi xwe ji wan ên navdar in.
Li rex mala ku Sylvia Pankhurst ji 1914´an heta bi 1924´an mayî, pubek heye. Ev Pub li rojhilatê Londonê li devera bi navê Bow´ê ye. Li ser dîwarekî vê pubê resmekî dêw hatiye xêzkirin, tevî portreyekî Sylvia Panhurts û resmkirina çalakgeriya wê.
LONDON















