Miina Äkkijyrkkä yan jî bi navê wê yê din Liina Lång hunermendeke Fînî ye. Ew bi heyraniya xwe ya ji bo golikan û bi nîşandana vê heyraniyê bi berhemên xwe yên hunerî navdar e. Xasma, ew peykerên ji erebeyên kevin çêkirî, pirr balê dikişînin ser xwe. Lê ew her wiha golikan xêz dike û boyax dike: rûniştî, gava nû dibin, gava lotikan didin, gava mexel tên…. Em di peykerên mezinahiya orîjînal de jî golikan dibînin û di mîniyatûrên bi matryalên cihê de jî. Lê golikên dêw ên bi erebeyên kevin hatine çêkirin jî ne yek û didu ne: yên diorin, yên mexelhatî, yên li mêrgê sekinî, yên lotikan didin û wekî din.
Sedema vê jî ew e ku ew yek ji parêzvanên çêleka Fînî ye ku bi ji bo şîrê xwe tê xwedîkirin û ev golikên di hunerê wê de jî yên heman cinsî ne.
Ew Tîrmeha 1949´an li Iisalmi, li Fînlandê hatiye dinê. Wê bi xwe salên 2008 û 2009´an gotibû, ew kesek e ku ji otîstan dikare bê hesibandin. HELSÎNKÎ