Hunerê biyanî Kurdistan dagir kiriye

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Sibat 2021 - 01:11

Cemal Xetat li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê dimîne. Ev nêzî 30 salan e ku bi karê şêwekariyê radibe. Ew xweşikiya xwezaya Kurdistanê bi tabloyan xêz dike. Lê mîna gelek hunermendên din ên Başûr, ew jî dibêje,  hunerê welatên biyanî hunerê Kurdistanê dagir kiriye.

Cemal Ebdulrehman Mehmud yan jî Cemal Xetat, sala 1967’an li gundê Mehmud Qecerî yê bajarokê Qoretu yê ser bi Xaneqînê hatiye dinê. Piştre derbasî navçeya Kelar a Germiyanê bûye û niha li wir dimîne.

Cemal bi salan e ku karê şêwekariyê dike. Heta niha wî 7 pêşangehên taybet ên şêwekariyê vekirine. Her wiha bi tabloyên xwe tevlî zêdetirî 100 pêşangehan bûye.

Cemal di pirraniya tabloyên xwe de xweşiktiya xwezayê, çanda Kurdewarî, pezkuvî, balinde û sewalan xêz dike. Cemal dibêje, mirov tenê dikare bi xêzkirina tabloyan rastiya di hundirê xwe de xêz bike, xweşî û nexweşiyên di hundirê xwe de nîşan bide.

Cemal ji ber ku giringî bi karê hunerî nayê dayîn bi fikar e. ew dibêje, “Mixabin hemû avahiyên ku niha li Herêma Kurdistanê tên çêkirin, bi tabloyên welatên Çîn, Kanada û welatên Ewrûpî têne neqişandin.  Tabloyên me jî di destê me de dimînin û kes li rewşa me napirse.”

Her wiha Cemal da zanîn ku di navbera salên 1980 ta 1991’ê de li herêma Germiyanê ji niha zêdetir giringî bi karê şêwekariyê dihat dayîn. Cemal Xetat jî difikire ku hunerê welatên din, hunerê Kurdistanê dagir kiriye û ev yek jî bûye sedem hunermendên Başur werin paşguhkirin. 

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.